Îro jî ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ê ku derbasî qonaxa krîtîk ya rojiya mirinê bûne û ji bo Saziya Tiba Edlî (ATK) hatibûn sewqkirin dîsa biryara serbestmanê derneket. Malbat û parêzeran ji ber ku rapora pêşîn ya ji ATK’ê bê radestê dadgehê nehatiye kirin nerazîbûn nîşan dan û li ber Edliya Çaglayanê daxuyaniyek dan.
Dayîk parêzer Aytaç Unsal, Nermîn Unsal daxuyanî da. Unsal balkêşand li ser rewşa parêzerên ku sevqî ATK’ê hatine kirin û her ku diçe xirab dibe û got: “Ebru Tîmtîk ji 90 kîloyî ketiye 35 kîloyan, birînên ku heya digihîje qirika wê hene û êdî heta nikare avê jî vexwe, êdî bi şevê di devê wê de komikên tifê çêdibin. Êdî ne saet belkî deqîqe û saniye girîng in. Rewşa wan pir krîtîk e. Encax îro tevî ku em heya 17:30’an li bendê man jî lê rapor nehat.”
Parêzer Yildiz îrmek jî bi bîr xist ku beriya niha yên ji ber rojiya mirinê jiyana xwe ji destdanî hene û diyar kir ku êdî ne saet belkî deqîqe girîng in; divê zûzûka parêzer werin berdan.