Çîtîl bû Alîkarê Fermandariya Giştî ya Jendirmeyan

Mûsa Çîtîl ê ku li Dêrikê di qetilkirina 13 kesan de û di tecawiza di binçavan de ya jina bi navê Ş.E.  de tiliya wî heye, bû Alîkarê Fermandariya Giştî ya Jendirmeyan.

Biryarnameya tayînkirina ku Wezareta Karê Hundir a ji bo fermandariya Giştî ya Jendirmeyan di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî vê Alîkarê Serfermandariya Giştî ya Jendirmeyan Îbrahîm Yaşar û Tumgeneral Alî Ozkara wê ji 24’ê Tîrmehê şûn ve teqewît bibin.

Li gorî biryarnameyê 3 general, 14 albay û kesek rutbeya bilind hatin terfîkirin. Li gorî terfîbûnê Alî Çardakçi û Musa Çîtîl ji tumgeneraliyê bûn korgeneral. Her du nav jî tayînî Alîkariya Serfermandariya Giştî ya Jendirmeyan hatin kirin. Musa Çîtîl ku payeya wî carek din hat bilindkirin her tim navê wî di komkujiyê li dijî kurdan de tê nasîn û di rojevê de ye.

 

Çîtîl dema li navçeya Dêrika Mêrdînê Fermandarê Jendirmeya Dêrikê bû di 1993 û 1994’an de tevlî gelek bûyerên tarî bûbû. Destê wî di kuştina 13 welatiyên li gundê Dêrikê hatin qetilkirin de heye. Çîtîl doza jê dihat darizandin ewil hat beraatkirin û piştre ji aliyê Şûreya Bilind a Leşkeriyê (YAŞ) ve hat terfîkirin û ew tayînî Fermandariya Jendirmeyan a Herêma Amedê hat kirin. Di 6’ê tebaxa 2015’an de ew kirin tumgeneral. Herî dawî jî Çîtîl kirin Alîkarê Fermandariya Giştî ya Jendirmeyan.