Diyar bû ku endamên çete yên ku hatine Elmanyayê û mafê bicihbûnê standine di nav jiyaneke luks de dijîn.
Duh berê sibehê li eyaletên Saksonyaya Jêr, Schleswîg-Holsteîn û Hambûrgê yên Elmanyayê li dijî endamên çeteya El Nûsra operasyonek hate lidarxistin. Welatiyên Sûriyeyê yên ku polîsan ew binçav kirine, Mûstafa K., Abdullah K., Sûltan K. û Ahmed K. bi sûcê ku 'endamên rêxistina terorê ya biyanî ne' hatin girtin.
Diyar bû ku endamên çeteyan Mijdara 2012’an tevlî komkujiya Serêkaniyê ya Rojava bûne û di êrîşa bi ser Serêkaniyê de cih girtine. Ji endamên ku derxistin ber dadgehê û hatin girtin profîla Sûltan K. balê dikişîne. Sûltan K. di êrîşa bi ser sivîlên Kurd de a li Serêkaniyê cih girtiye û li dijî hêzên YPG’ê ketiye şer û beriya bi 2 salan di ser Tirikyê re hatiye Elmanyayê.
Li gorî rojnameya Hambûrger Morgenpost Sûltan K. piştî ku hatiye Elmanyayê bi demeke kurt daxwaza penaberiyê kiriye. Sûltan K. piştî ku heqê îltîcayê standiye du birayên xwe yên ku di operasyonê de hatine girtin anîne Elmanyayê. Tê diyarkirin ji ber ku Sûltan K. li ser hesabê xwe yê medya civakî yê Facebookê parvekirinên bi rengê propagandaya DAIŞ’ê û El Nûsra bala polîsan kişandiye ser xwe û wiha lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Sûltan K. ku 44 salî ye û tê texmînkirin serekê çeteyan e, heta bi operasyona duh jî li eyaleta Hambûrgê bi malbata xwe re di maleke misteqîl û luks de dijiya.
Nûçeya têkildarî mijarê:
https://anfkurdi.com/rojane/Ceteyen-ku-erisi-serekaniye-kiribun-li-elmanyaye-hatin-girtin-81848