Çeteyên ku êrîşî Serêkaniyê kiribûn li Elmanyayê hatin girtin!

Bi fermana Serdozgerê Federal îro li sê eyaletên Elmanyayê, operasyon li dijî çeteyên El Nûsrayê hate kirin.

Hat diyarkirin ku 4 hemwelatiyên Sûriyeyê di sala 2012’an de li bajarê Serêkaniyê yê Rojava sûcê mirovahiyê kirine.

Îro li eyaletên Saksonyaya Jêrîn, Schleswîg-Holsteîn û Hambûrgê yên Elmanyayê li dijî çeteyên El Nûsrayê operasyonek hate kirin. Di serdegirtinan de Mûstafa K., Abdûllah K., Sûltan K. Û Ahmed K. hatin girtin.

“ÇETEYAN LI HEMBERÎ KURDAN SÛCÊ MIROVAHIYÊ KIRINE”

Dozgeriyê diyar kir ku ev çeteyên hanê di sala 2012’an de beşdarî êrîş û komkujiya li Serêkaniyê bûne. Bi taybetî Mûstafa K. û Sûltan K. bi darê zorê gelê Serêkaniyê koçber kiriye.

Li gorî dozgeriya federal herdu kesên din jî di êrîşên Serêkaniyê de cih girtine û li hemberî hêzên YPG’ê şer kirine. Ahmed K. jî bi wesayîta xwe ketiye nav taxan û êrîşî malan kiriye.

LI SERÊKANIYÊ ÇI BÛBÛ?

Di 8’ê Cotmeha 2012’an de komek çete ji Bakurê Kurdistanê çûbûn Serêkaniyê û dest bi êrîş û qirkirinan kiribû. Di Mijdara 2012’an de şer gurtir bibû. Li hemberî êrîşan gel û YPG bi mehan li ber xwe dabûn.

Piştî vêya jî gelek caran êrîş li ser Serêkaniyê pêk hatibû û herî dawîn di 17’ê Tîrmeha 2013’an de şervanên YPG’ê bajar û deriyê sînor ê li Serêkaniyê ji çeteyan paqij kir.