Çeteyên li Hama û Hûmsê jî tên veguhastin

Artêşa Sûriyeyê ragihand, bi çeteyên ku herêma navbera Hûms û Hamayê kontrol dikin re li ser mijara veguhastinê li hev kirine.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA), bi komên terorîst ên bakurê Hûmsê û başûrê Hamayê kontrol dikin re li hev hatiye kirin.

Di nûçeyê d hate gotin ku lihevkirin ji bo veguhastina terorîstên ku herêmê kontrolkirin û malbatên wan e. Li gorî vê yekê wê komên çekdar çekên giran, nîv giran û cebilxaneyên di destê xwe de radestî yekîneyên artêşê bikin.

Tê plankirin ku komên çete piştî îmzekirina peymanê di nava du rojan de çekên xwe deynin û di roja sêyemîn de jî biçin Cerablûs û Îdlibê.

Li gorî nûçeya SANA'yê, komên ku wê ji herêmê derkevin soz dane ku hemû nexşeyên li ser tunek, mayinên çandine, cebilxane û teqemeniyên li herêmê bidin.

Wekî din, hate ragihandin ku duh 5 otobusên bi çeteyên çekdar dagirtî, ji kampa Yarmûkê ya li başûrê Şamê hatin veguhastin.