Çepa Ciwan: Kobanê bû dawiya DAÎŞ’ê, Efrîn jî wê bibe dawiya Erdogan

Rêxistinya Ciwanan a Partiya Çep a Swêde ‘Çepa Ciwan’ (Ungvanster) wiha got; ‘’Kes ne li bendê bû ku DAÎŞ ji hêla milîsên Kurd ve wê were şikandin lê Kobanê bû dawiya wan. Efrîn jî wê bibe dawiya Erdogan.’’

Serokê Çepa Ciwan Henrîk Malmrot li ser geşedanên Tirkiyê û Sûriyê ji ANF’ê re axivîn û got Erdogan û rejîma AKP ne tenê Kurdên li Bakur lê hemû Kurdan dike hedef û got,’’Ji ber ku Kurdan ji bo siberoja xwe û pergala xwe weke gefekê dibîne.’’

PERGALA ROJAVA REJÎMÊN OTORÎTER DITIRSÎNE

Malmrot got pêşketina Kurdan a li Tirkiyê û Sûriyê dewleta Tirk û Erdogan ditirsîne û got, ‘’Di şerê navxwe yê Sûriyê de Kurd ji bo siberoja herêmê bûne hêzeke girîng. Bi pergala wekhevî û demokrat îlham dane Kurdên parçeyên dî û gelên çewisandî. Li hemû qademeyan cihdana jinan û nûnertiya kêmaran Erdogan û dewlet û lîderên otorîter tirsand.’’

ERDOGAN PENABERAN BI KAR TÎNE

Malmbrot li ser bêdengiya Swêd û Ewropayê ya li ser êrîşên li ser Kurdan jî got: ‘’Gelê Swêde xwe ji endamtiya NATO re hazir dike. Naxwze bi endama NATO’yê Tirkiyê re hevrû bibe. Hêla dî ya girîng jî peymana peymana di navbeyna Tirkiyê û YE’yê de ye. Ewropa pê li nirxê xwe dike ku mirovên ku ji şer reviyane naxwaze. Li şûna vê ji bo astengkirina penaberan pereyan dide Tirkiyê. Wiha dibe pêgirê Tirkiyê. Erdogan ji bo pêşî li rexneyên li ser Tirkiyê bigire penaberan bi kar tîne.’’

Malmrot ku Swêd ji dema Olof Palme ve li gel ku li cem Kurdan û gelên çewisandiye jî, hikûmet naxwaze bi Tirkiyê re were pêşberî hev û wiha domand:

BOYKOTA LI SER TIRKIYÊ WÊ KARÎGER BE

‘Wezîra Karê Derve Malstrom bi sedema mafê mirovan gelek rexne li Siûdî kir, komkujiyên Israîlê yên li Filîstînê şermezar kir. Lê dema ku mijar Kurd bin heman helwestê nîşan nade. Biya min sedema helwesta hikûmetê ew e ku Tirkiye endamê NATO’yê ye û rewşa jeo-polîtîk aTirkiyê ye.

Malmrot bêdengiya dewletên Rojava wî barî li rêxistinên civaka sivîl bar dike ku zêdetir li rex Kurdan bin û got: ‘’Ji bo vê dive mirov ji ceribandinên welatên dî sûd werbigire. Mînak li dijî Israîlê kampanayên boykotê karîger in. Heman tiştî ji bo Tirkiyê ku êrîşê bi ser Kurdan de dibe jî mirov dikare bike û ez dibêm ev ê karîger be.’’

DIVÊ SEFÎRÊ TIRKI WERE DERSÎNOR KIRIN

Malmrot got hikûmeta Swêdê li dijî êrîşên li ser Efrînê bi kêmanî Sefîrê Tirk ê Swêdê dersînor bike û got, ‘Swêd bi vê dikare nîşan bide ku ew li dijî êrîşên li ser Kurdan e.’’

Malmrot got li gel bêdengiya hikûmetê jî gelek rêxistinên civaka sivîl  li dijî êrîşên dewleta Tirk bûne xwedî helwest, li gelek deveran çalakiyên girseyî kirine û got, ‘’Ev nîşan dide ku gelê Efrînê tenê nehatiye hiştin û hevgirtineke xurt heye. Beriya vê Kurdan, YPG, YPJ bi şerê dijî çeteyên DAÎŞ’ê her wiha ji bo hemû mirovahiya cîhanê şer kirin. Niha dema wê ye ku dinya destekê bide Kurdan.’’

ÇEPA CIWAN BI ŞERT Û MERC DESTEKÊ DIDE LEHENGÊN YPG-YPJ’Ê

Çepa Ciwan bi daxuyaniya ‘Efrîn wê bibe dawiya Erdogan’ êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û got ew li rex Kurdan in û wê vê bidomînin.

Çepa Ciwan bi daxuyaniya nivîskî got şervanên YPG-YPJ’ê gelek caran çeteyên DAÎŞ’ê şikandine û bi fedekariya wan DAÎŞ ji herêmê hatiye paqijkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin dema ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kieine ji hêla aborî û siyasî ve hemû cîhanê destek dida YPG-YPJ’ê û niha bêdengiya wan a li dijî êrîşên dewleta Tirk nayê qebûlkirin û got: ‘’Çepa Ciwan bi şert û merc destekê dide lehengên YPG-YPJ’ê. Her wiha em ê piştgiriya xwe bidomînin. Em bawer dikin ku şerê ji bo demokrasî û azadiyê wê bi ser bikeve. Kesî bawer nedikir ku DAÎŞ ji hêla milîsên Kurd ve were têkbirin lê Kobanê bû dawiya wê. Her wiha Efrîn jî wê bibe dawiya Erdogan.’’