Di hevdîtina navbera Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çawûşolû ya li gel hempîşeyê xwe yê DYA’yê Mîke Pompeo de ku pêk anîn, li bendê bû ku li ser mijara ‘nexşeya rê’ ya têkildarî Minbic, dîsa kirîna Tirkiyeyê ya balafirên F35 û mijara fuzeyên Patroît gotûbêjan bikin.
Hat dîtin ku Çavûşoglû yê ku ji hevdîtinê tiştên dixwest negirt, gotina ‘Hevdîtinek baş derbas bû’ bal kişand. Çavûşoglû ê diyar kir ku her çendî têkildarî îdîayên heyîna YPG’ê ya li Minbicê jî bi pêş’ ve biçin jî, got: “Li benda avêtina gavên şênber in.”
Di daxuyaniya Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê de hate diyarkirin ku ji bo di mijara Minbicê de lihevkirin pêk were, bal kişand ser girîngiya nexşerêyeke hevpar a bê amadekirin.