Çarçoveya Hemahengî li ber peymanê rabû: Em nas nakin, divê Tirkiye vekişe

Çarçoveya Hemahengî ya Şîa 'lihevkirina ewlekariyê' ya navbera Iraq-Tirkiyeyê red kir û diyar kir ku divê Tirkiye ji Iraqê vekişe.

Kanala El-Ehed ku agahiyên xwe dispêrê çavkaniyeke xwe ya taybet ragihand ku îro Çakaniya Hemahangiya Şîyean bi beşdariya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Desteya Heşdî Şeebî Falih Feyaz civiya û li dijî ‘lihevkirina îstixbaratî û ewlekariyê’ ya di navbera dewleta Tirk a dagirker û Iraqê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Çarçoveya Hemahengî ya Şiayan de hate gotin ku “Em rê nadin metnek ya lihevkirinê ji bo leşkerên ne şer-î yên dewleta Tirk re li nav axa Iraqê bibe sêwanek.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku di civînê de tekezî bi pêwîstiya parastina serweriya xaka Iraqê û nehiştina tu destwerdaneke derve ku zererê dide ewlekariya netewî ya Iraqê hate kirin.

Çarçoveya Hemahengiyê tekezî li ser wê yekê kir ku divê ew lihevkirin li ser esasê rêzgirtina mafên Iraq û xaka wê be û ji bo vekişîna tevahiya artêşa Tirkiyê ji Iraqê demnameyek were danîn û wiha hate gotin; “Rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê avakirina navendeke ewlehiyê di nav sînorên Iraqê de û hebûna deverên di bin kontrola hêzên dewleta Tirk a dagirker û qirker de bi tundî red dikin.”

Her wisa di civînê de tekezî bi metirsiyên wê lihevkirina du alî ya di navbera dewleta Tirk û Iraqê de li ser ewlekariya Iraqê kirin û daxwaz kirin ku garantî ji bo parastina berjewendiyên Iraqê bên dayîn.

Çarçoveya Hemahengiyê bang li hikûmeta Iraqê kir ku ji bo misogerkirina berjewendiyên Iraqê di lihevkirinên ligel welatên cîran de gavên cidî bavêje û pêwîst dît ku di ‘lihevkirina ewlekariyê’ de leşkerên Tirk li gorî biryarên dadweriya Iraqê bin.

Her wisa rêveberên Çarçoveya Hemahangiya Şîeyan di civînê de bal kişandin ser vê yekê ku ew nahêlin ev lihevkirine ji bo leşkerên Tirk bibe sêwanek û wiha hate gotin; “Divê metna lihevkirina di navbera Iraq û Tirkiyeyê de û wê zelal be û rê nedin ku ew lihevkirin bibe sîwanek ji bo hebûna leşkerî ya neqanûnî yên artêşa Tirk li Iraqê.”