'Kevneşopiya çapemeniya azad wê her hebe'
Rojnamevan, sendîkavan û siyasetmedar li ber girtina saziyên çapemeniya azad rabûn û gotin, "Çapemeniya azad dengê me ye; em ê timî pê re bin."
Rojnamevan, sendîkavan û siyasetmedar li ber girtina saziyên çapemeniya azad rabûn û gotin, "Çapemeniya azad dengê me ye; em ê timî pê re bin."
Di çarçoveya Rewşa Awarte de bi biryarnameya bi hejmara 693'an saziyên çapemeniya azad dîhaber, Gazete Şûjin û rojnameya Rojeva Medya duh danê sibehê hatibûn girtin. Rojnamevan, rêxistinên rojnamevaniyê, sendîka û nûnerên partiyên siyasî nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.
Serokê Giştî yê Basin Îş'ê ya ser bi DÎSK'ê Farûk Eren bi bîr xist, ku beriya niha gelek qenalên televîzyonê, rojname û ajansên nûçeyan bi rêya biryarnameyan hatin girtin û got, "Sekin wê li me nebe. Em ê her tim binivîsînin."
Eren destnîşan kir, ku AKP 'dewleta biryarnameyan" e û anî ziman, organên weşanê yên li derveyî çapemeniya azad, mîna rojnameya fermî dixebitin. Bi dewamî Eren got, "Xebatkarên çapemeniya azad ya zext li wan tê kirin ya jî girtî ne. Ev rewşeke tirsnak e." Eren diyar kir, hikumet ji bihîstina rastiyan ditirse û got, "Naxwazin bê çi bi serê gelê Kurd tê û naaxwin rewşa li Tirkiyeyê bê dîtin û bihîstin. Naxwazin rastî bên nivîsandin, ji ber ku rastî wê vê zext û zordariyê ji holê rake." Farûk Eren got, çapemeniya azad wê ji rêya xwe venegere û wiha dewam kir: "Ajansek bê girtin, wê yek a din bê vekirin. Lê kevneşopî wê têk neçe. Rastî wê bi rê û rêbazekê were nivîsandin."
'HIKUMET DIXWAZE TENÊ DENGEK HEBE'
Rojnamevan Ertûgrûl Mavîoglû jî destnîşan kir, ku li dijî çapemeniya rastiyan radigihîne polîtîkayeke bi rêk û pêk a tinekirinê heye û got, rojnamevanên rastiyê dinivîsînin di hedefê de ne. Mavîoglû işaret bi girîngiya berxwedana li dijî zext û zordariyê kir û got, "Hikumet dixwaze atmosfereke welê biafrîne ku tenê dengek jê derkeve. Hikumeta heyî li ser derewan ava bûye. Naxwaze ev yek eşkere bibe. Hewl dide bi zext û zordariyeke mezin xwe ji vê rewşê rizgar bike." Mavîoglû got, ew ê bê navber rastiyan binivîsînin.
'EM Ê PÊ RE BIN'
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko jî diyar kir, ku ji roja ragihandina Rewşa Awarte û vir ve desthilatdarî hewl dide, bi rêya biryarnameyan mûxalefeta civakî bitepisîne, têkoşerên mafê sendîkayî, azadî û aştiyê bêdeng bikin û got, "Tevî ku çapemenî bi destûra bingehîn hatiye ewlekirin jî, zêdeyî 160 rojnamevan girtî ne. Em di demeke welê de ne, ku mirov ji ber ku ji kar hatine derxistin, dawî li jiyana xwe tînin. Rewşa welêt gav bi gav ber bi nebaşiyê ve diçe. Pêwîste ev yek bê sekinandin. Ya ku bûye dengê çîna karker û mûxalîfan, çapemeniya çep e."
Beko bi bîr xist, bi Rewşa Awarte re zêdeyî 5 hezar kes bê kar man e û got, "Li pêşberî me desthiladariyeke welê heye, ku nikare xwe li dengekî nizm ê mûxalîf jî rabigire. Guhên nabihîzin bila êdî bibihîzin, çavên nabînin bila êdî bibînin. Ev kevir gelekî hişk e. Çapemeniya azad dengê me, em ê timî pê re bin."
'WÊ JI RÊYA XWE VENEGERE'
Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan anî ziman, biryarname radixe pêş çavan bê AKP li pey rejîmeke çawa ya siyasî ye û got, "Bi bêdengkirina hemû dengên mûxalîf re hewl dide hebûna xwe bidomîne, lê wê bi ser nekeve."
Gurkan ragihand, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi rêya biryarnameyan parlament tevizandiye û hewl dide rastiyan binixumîne. Gurkan got, "Ditirsin ku çapemeniya azad a îro girtin, rastiyan eşkere bike. Ji bo afirandina rejîmeke ji yek tîpê, hewl didin çapemeniya mûxalîf bêdeng bike. Kevneşopiya çapemeniya azad ti carî ji rêya xwe venegeriya, wê ji niha û pê ve jî veneger."