Çalakvanên Yukselê gel vexwand doza Nûriye û Semîh

Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" di roja 303'yan de dewam dike, polîsan êrîşê welatiyan kir. Çalakvanan diyar kir ku wê di 14'ê Cotmehê de li Enqereyê doza Semîh û Nûriyeyê bê dîtin û banga piştgiriyê kir.

Greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê di roja 183'yan de ye. Çalakiya Nûriye û Semîh di roja 76'an de bû, bi zorê hatin girtin û ew avêtin Girtîgeha Sîncanê. Çalakiya "em karê xwe dixwazin" ya li Kolana Yukselê dewam dike jî îro 303 roj li dû xwe hişt. Yek jî çalakvana ku ji kar hat îxrackirin jî Esra Ozakça ye û ew jî 108 roj e di çalakiya greva birçîbûnê de ye.

Çalakvanên li Kuçeya Konurê li hev civiyan, xwestin li ber Birdariya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê daxuyanî bidin, lê polîsan dîsa astengî derxist. Çalakvanan li dijî zext û astengiyên polîsan, dirûşmên "Greva birçîbûnê ya Nûriye û Semîh di roja 303'yan de ye, bila Nûriye û Semîh vegerin karê xwe" berz kirin û piştgirî dan berxwedana kedkaran.

 POLÎS JINEK DERB KIR

Girseya ku dirûşim berz kirin polîsan êrîşê wan kir û heta Kuçeya Konurê ew dev dan û pankartên çalakvanan çirandin. Jinên ku xwestin pankartên çiryayî berhev bikin, polîsan ew derb kirin. Çalakvanan ji ber vê hovîtiya polîsan nerazîbûn nîşan dan û dest ji çalakiya xwe bernedan. Çalakvanan herî dawî eşekere kir ku wê di 14'ê Cotmehê de doza Nûriye û Semîh bê dîtin, banga piştgiriyê kir.