Çalakiyên Nobeta Edaletê didomin

Nobeda Edaletê, ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd destpê kir, li gelek bajaran dewam dike.

Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk”, li gelek bajaran Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Nobet îro jî li gelek bajaran berdewam kir.

AMED

Nobeta Edaletê yê Amedê jî di roja 113’emîn de berdewam kir. Xizmên girtiyan ên di avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Rezanê de çalakiya xwe didomînin, pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahyê ye” li xwe kirin.

Xizma girtî Meryem Turan anî ziman ku ew li dijî tecrîdê 113 roj in Nobeta Edaletê digirin û ev tişt gotin: “Em wek dayik dê heya tecrîda ser Rêber Apo rabe, li ber xwe bidin. Di serî de dayikên girtiyan, ez hemû dayikan vedixwînim pişgiriya çalakiya me. Her ku ev tecrîd were domandin em ê aram nebin. Em jî di malên xwe de di bin tecrîdê de ne. Tekane daxwaza me rabûna vê tecrîdê ye. Tenê em ê wê demê aram bin û vegerin li malên xwe. Di nobetê de stranên Kurdî hatin strandin.

WAN

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 109’emîn de di avahiyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê de berdewam kir. Namzetên Hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Canan Uzunay û Cevdet Altindag serdana nobetê kirin. 

Ji dayikan Kewê Işik di nobetê de axivî û wiha got: “Zarokên me ev 121 roj in di zindanan de greva birçîbûnê didomînin. Ev tecrîd ser zarokên me û gelê Kurd tê meşandin. Ez hemû mirovên xwedî wijdan vedixwînim piştgiriyê. Heya ku tecrîda ser birêz Ocalan renebe, dê tecrîda ser girtîgehan jî ranebe. Heke riyeke aştiyê hebe ew jî hevidîtina bi birêz Ocalan re ye. Divê demildest ev hevdîtin pêk werin. Ji bona ku siberojê darbest ji girtîgehan dernekevin, em banga rabûna ser piyan ji hemû mirovan dikin.”

STENBOL 

Li Stenbolê Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dane destpêkirin di roja 106’emîn de berdewam kir. Gelek kes serdana çalakiya nobeta ya di avahiyê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Sultangaziyê de tê domandin, kirin. Rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Eyupsultan û Başakşehîrê serdana malbatên çalakiyê didomînin kirin û peyama yekîtiyê dan.

MÊRDÎN 

Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Mêrdînê hatiye destpêkiirin, di roja 79’emîn de berdewam dike. Di çalakiya ku bi dehan dayikan tê domandin de, stranên berxwedanê hatin gotin. Dayik derbarê çalakiyên Nobeta Edaletê de suhbet kirin. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 47’an de dom kir. Nobet li nûnertiya DEM Partiyê ya Taxa Çîmentepeyê hat domandin. Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Girtiyên nexweş berdin” li xwe kirin û gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.