Çalakiyên li Tirkiye, Kurdistan û derveyî welat bi dawî bûn- NÛ BÛ

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakgerên grevên birçîbûnê yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dawî li çalakiyên xwe anîn.

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdê dawî li çalakiya xwe anîn. Çalakgeran diyar kirin ku heta azadiya Ocalan wê têkoşîna xwe bidomînin.

MÊRDÎN

Gûrbet Ektîren, Mahsûn Şen, Mûrat Aksîn, Ahmet Ongûn û Halef Yîgît ên li navçeya Qoser û Dêrika Çiyayê Mazî yên Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê domandin li ser banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn.

Çalakger piştî ku çalakiya xwe bi dawî kirin wê bi ambûlansan ber bi Nexweşxaneya Memorîal a li Amedê bikevin rê.

Ahmet Ongun ê li Qoserê di greva birçîbûnê de bû wiha got; “Me carek din dît ku berxwedana me wê her demê çareseriyê bîne. Divê ji niha û şûnde ev bawerî li gel her kesê mezintir bibe.”

STENBOL

Vedat Hesas ê ku roja 16’ê Gualnê ji Girtîgeha Sivîlvrî ya Nimreya 5’an derket û ji 16’ê Çileyê ketibû grevê û çalakî li mala xwe ya Başakşehîrê didomand, dawî li çalakiya xwe anî.

Hesass wiha got; “Çalakiya me bi giranî sîstem hejand. Em gihiştin armancên xwe û serketinê. Ji ber ku em di çalakiya xwe de bi biryar bûn. Rolê dayikan gelek mezin e. Eger dayik neketibûna nava tevgerê dibe cûdatir bibûya.”

Çalakger Îhsan Sînmîş û Tûncer Saglam ên 1’ê Adarê ketibûn grevê û piştî tehliyeyê çalakiya xwe li malên xwe didomandin, dawî li çalakiya xwe anîn.

WÊ WERIN AMEDÊ

Dayika Aştiyê Hadle Ogûr a ku li Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 2’an ya Rihayê ketibû grevê û piştî tehliyeyê çalakî li mala xwe didomand, dawî li çalakiya xwe anî.

Diyar bû wê Ogûr di demên pêş de bi ambûlansê bînin Nexweşxaneya Memorîal a li Amedê.

Li aliyê din Hevserokê berê yê Navçeya Ceylanpinar ê HDP’ê Hiznî Kiliç ku ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê di çalakiye de bû, çalakiya xwe bidawî kir. Diyar bû ji bo tedawîyê Kiliç bi ambûlansê tînin Amedê

VIYANA

Sûltan Yîgît ê ku li paytexta Ewûstûrya Viyanayê ku ev 166 roj in di greva birçîbûnê de bû li ser banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anî.

Yîgît got; “Heta ku Rêbertî azad bibe wê têkoşîna me bidome.”

CENEVRE

Mehmet Ali Koçak ê ji 20’ê Sibatê ve li dijî tecrîdê li Cenevreyê di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku çalakiya xwe li  ser banga Ocalan diqedîne.

Koçak, piştî daxuyaniya parêzerên Ocalan û Leyla Guvenê, li Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd a Cenevreyê daxuyanî da û got berxwedan bi ser ketiye lewre çalakiya xwe bi dawî dike lê wê têkoşîna xwe bidominin. Koçak, wê bîsteke din rakin nexweşxaneyê.

BERLÎN

Omer Bagdur, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tuzak ên li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya xwe didomandin, piştî daxuyaniya parêzeran, li lokala NAV-DEM’ê ya li Berlînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiya xwe anîne. Berxwedêran diyar kirin ku çalakiya xwe bi dawî dikin lê wê têkoşîna xwe bidoînin.

YUSUF ÎBA JÎ ÇALAKIYA XWE BI DAWÎ KIR

Berxwedêrê greva birçîbûnê Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê berxwedana xwe didomand jî piştî daxuyaniya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ragihand ku çalakiya xwe diqedîne û wê têkoşîna xwe bidomîne.

ÇAKICI: ME ÇALAKIYA XWE BI SERKETINÊ TACÎDAR KIR

Hasbî Çakici yê ku li paytexta Hollandayê ev 127 roj in di greva birçîbûnê de bû çalakiya xwe bi dawî kir û got; “Piştî biryara hevala me Leyla Guven beriya 127 rojan me dest bi çalakiya xwe kir. Piştî hevdîtina bi Ocalan re û banga Ocalan Leyla Guven, hevalên li Strasboûrgê dawî li çalakiyê anîn û em jî çalakiya xwe bi dawî dikin. Me çalakiya xwe bi serketinê tacîdar kir. Ez vê serketina çalakiyê diyarî berxwedana dayikan dikim. 8 hevalên me şehîd bûn. Ew jî rûmeta me ne. Ji her kesî re silav. Ev serketina gelê Kurd e.”

YILDIZ: QONAXA YEKEM A BERXWEDANÊ BI SERKETINÊ BI DAWÎ BÛ

Huseyîn Yildiz ê ku 128 roj in li Den Haagê di grevê de ye jî wiha got; “Tevgera Azadiyê û hevrê Leyla Guven dema ku dest bi greva birçîbûnê kirî ev pêngav weke pêngava şikandina tecrîdê, rizgarkirina Kurdistan û demokratîkkirina Rojhilata Navîn hate binavkirin. Bi fermana Serok Apo qonaxa yekem îro bi dawî bû. Ev serketina mezin bi coşekê bi dawî bû.”

OZDEMÎR: EZ GELEKÎ KÊFXWEŞ IM KU BÛME PARÇEYEK JI VÊ BERXWEDANA BIRÛMET

Ozkan Ozdemîr ê ku li bajarê Kolnê yê Elmanyayê dest bi çalakiyê kir û piştre çalakiya xwe li Parîsê ya ku paytexta Fransayê domand, wiha got; “Ez gelekî kêfxweş bûme ku, bûme parçeyek ji vê berxwedana bi rûmet.”

Ozdemîr bi domdarî wiha got; “Serketin serketina hemû gelên me ye. Serketina çalakgerên fedayî ne. Têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê li kolan, qadan bidome.”