Çalakiyên li Borlange yên li dijî tecrîdê didomin

Kurdistaniyên li bajarê Borlange yê Swêdê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan bê navber çalakiyan dikin.

Di kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dalarnayê de biryar hatibû dayin ku çalakiyên li dijî tecrîdê bi rengekî bê navber bên lidarxistin. Doh dora çalakiyê ya Komîteya Rêxistinbûnê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Borlange bû.

Endamên komîteyê êlekên spî yên ji wêneyên Leyla Guven li xwe kirin û li navenda bajêr belavok belav kirin. Afîşên ji bo piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê hatin amadekirin, li dîwaran hatin zeliqandin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Borlangeyê Şefîk Agirî ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê li asta krîtîk in û banga çalakiyan li Kurdistaniyan kir. Agirî ji Kurdistanî û dostên wan xwest ku tevlî kampanya li dijî tecrîdê bibin.