Çalakiyên ji bo Ocalan ên li Ewropayê dewam dikin

Ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were anîn û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) biçe Îmraliyê, li Ewropayê bê navber çalakî tên lidarxistin.

Ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were anîn û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) biçe Îmraliyê, li Ewropayê bê navber çalakî tên lidarxistin.

BERN: Kurdistaniyên li bajarê Bern ê Swîsreyê daketin qadan, fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan anîn ziman û xwestin, agahî ji Ocalan bê girtin. Çalakî li ber stasyona navendî ya trenê pêk hat û Kurdistaniyên ji du baskan ve bi destê hev girtin, ji bo Ocalan dirûşm qîriyan. Di çalakiyê de li ser tecrîdê belavok hatin belavkirin.

BASEL: Li bajarê Basel ê Swîsreyê, Kurdistanî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî li Barfusserplatzê li hev civiyan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin.

HÎLDESHEÎM: Çalakiya kon a 2 rojan, ku li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê bi pêşengiya Komuna Jinê ya Meryem hate lidarxistin, duh qediya. Çalakgeran li ser fikarên xwe yên têkildarî rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan belavok belav kirin û dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan.

BONN: Bi heman armancê duh li bajarê Bonn ê Elmanyayê kon hate vedan û çalakiyê heta evarê dewam kir. Çalakî ji aliyê PYD-Bonn, KCDK Bonn û TEV-ÇAND'ê ve hate organîzekirin û li Munsterplatzê hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxwaz ji CPT û saziyên navneteweyî yên pêwendîdar hate kirin, ku bikevin nava liv û tevgerê. Di çalakiyê de ku danê sibehê saet di 11:00 de dest pê kir, hunermend Sîpan Xelat, Welat Başûr, Ayda û Hasan Rojava stranên berxwedanê gotin.

HANNOVER: Kurdistaniyên li bajarê Hannover ê Elmanyayê dijîn, bi pêşengiya Komîsyona Çandê ya Hannoverê li meydana Kropkeyê mîtîngek li dar xistin. Hozan Axîn, Hîkmet, Koma Volkana Şoreşê, Ciwan Çewlik, hunermend Aslan, Aydin Amara, Narîn û gelek hunermendên din derketin ser dikê. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" qediya.

SALZGÎTTER: Li bajarê Salzgîtter ê Elmanyayê, jinan çalakiya agahdarkirinê lidarxistin. Jinên Kurd serdana partiyên siyasî, dêr û radyoyên herêmê kirin û dosyayên li ser rewşa Ocalan pêşkêşî wan kirin.

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, ciwanan mîtîngek li dar xistin. Mîtînga ku li meydana Stûttgart Schlossplatzê pêk hat, ji aliyê Ciwanên Azad, Ciwanên Azad-Jin, JXK û YXK hate organîzekirin û saet di 17:00 de dest pê kir. Di mîtîngê de ciwanan posterên Ocalan vekirin û pankartên bi nivîsa "Azadî ji Abdullah Ocalan re" û "Dîlgirtina Abdullah Ocalan dîlgirtina 40 mîlyon Kurdî ye" hildan. Ciwanan di çalakiya xwe belavokên NAV-DEM'ê yên li ser mijarê belav kirin.