Çalakiyên ji bo Efrînê bê navber dewam dikin
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li Efrînê bê navber dewam dikin. Kurdistaniyên ku li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan, komkujiya ku dewleta Tirk li sivîlan dike şermezar kirin.
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li Efrînê bê navber dewam dikin. Kurdistaniyên ku li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan, komkujiya ku dewleta Tirk li sivîlan dike şermezar kirin.
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li Efrînê bê navber dewam dikin. Kurdistaniyên ku li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan, komkujiya ku dewleta Tirk li sivîlan dike şermezar kirin.
OBERHAÛSEN: Li bajarê Oberhaûsen ê Elmanyayê, bi sedan kes danê êvarê li meydana Marktplatzê li hev civiyan û tevî dostên xwe meş û mîtîngek li dar xistin. Girseya gel li navenda bajarê Oberhaûsenê bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Na ji dîktatoriya Erdogan re" meşiya û piştre mîtîngek li dar xistin. Nûnerên Partiya Çep a Elman, MLPD û MLKP'ê yên tevlî çalakiyê bûn, berxwedana Efrînê silav kirin.
BREMEN: Kurdistaniyên li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijîn, li ber avahiya Parlamenta Eyaletê li hev civiyan û ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiyê de wêneyên cih û warên sivîlan ên ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk xera bûn, tevî dowîzên ji wêneyên Şehîd Barîn Kobanê û Şehîd Avesta Xabûr hildan. Li ser êrîşên dagirkeriyê belavok hatin belav kirin û bang li gelê Elman hate kirin ku bi berpirsyarî rabe.
FREÎBÛRG: Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, çalakiya nobedê ku bi heman armancê dest pê kir didome. Kurdistaniyan duh jî ji bo piştevaniya berxwedana Efrînê li ber avahiya Şaredariya Freîbûrgê mîtîngek li dar xistin.
LEÎPZÎG: Li bajarê Leîpzîgê yê Elmanyayê Kurdistanî tevî dostên xwe mîtîngek li dar xistin û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin şermezar kirin. Çalakgeran diyar kirin ku heta êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê biqedin wê her roj saet 18'an li Wîllî Brand Platzê mîtîngê li dar bixin.
AÛGSBÛRG: Li bajarê Aûgsbûrg ê Elmanyayê ji bo piştgiriya bi Efrînê re meşek hate lidarxistin. Di meşê de dirûşmên "Bimire dewleta Tirk a faşîst", "Bijî berxwedana Efrînê", "Erdogan ê terorîst ji Kurdistanê bicehime" hate qîrîn. Tê payin ku dawiya hefteyê li Aûgsbûrgê ji bo Efrînê meşeke girseyî bê lidarxistin.
HÎLDESHEÎM: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê dijîn, danê êvarê li ber dêra Hîldesheîm Jakobî li hev civiyan û wêneyên zarokên li Efrînê hatin kuştin vekirin. Piştre belavoka NAV-DEM'ê hate xwendin û dûre nûnerê PYD'ê yê Hannoverê Baran Rojava axivî. Baran Rojava got, "Axa Efrînê ji bo Kurdan pîroz e. Eger Êzidî bi rengekî bê çek ji Şengalê derbasî Kobanê bûn û ji wir jî berê xwe dan Efrînê û li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, hingî divê Erdogan ê selefî zanibe ku li hemberî wî kî hene. Xiristiyan jî wê li Efrînê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin. Heta ku Erdogan ji nava axa me derkeve, em ê jî li Ewropayê li ber xwe bidin."
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, konê berxwedana Efrînê li ber avahiya Parlamenta Federal a Elmanyayê (Bûndestag) hate vedan û gelek Kurdistanî û Elman tevlî çalakiyê bûn. Li vê derê gelek belavok hatin belavkirin û axaftin hate kirin. Qisekeran gotin, di şexsê gelê Efrînê de hewl tê dayin ku mirovahî bê kuştin û bang li hikumeta Elman kirin ku têkiliyên xwe yên siyasî û bazirganî bi Erdogan re bibire.
SAARBRUCKEN: Ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê, li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê Kurdistanî danê êvarê meşiyan û piştre mîtîngek li dar xistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Saarbruckenê Orûç Dapar li vir axivî, berxwedana Efrînê silav kir û bang li civaka Elman kir ku xwedî li şoreşa Rojava derkeve.
KOLDÎNG: Li bajarê Koldîng ê Danîmarkayê, Kurdistanî û dostên wan ji bo Efrînê daketin qadan. Di çalakiyê de bêdengiya dewletên cîhanê ya li pêşberî kuştina sivîlan hate şermezarkirin û li ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike belavok hatin belavkirin. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" qediya.
PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Platforma Xwedîderketina li Efrînê li ber avahiya Parlamenta Fransayê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşma "Kujer Erdogan, piştevanê wî Ewropa" hat qîrîn û dowîza bi nivîsa "Tirkiye bombeyan dibarîne, cîhan lê temaşe dike" hate hilgirtin. Ji dewleta Fransayê jî hat xwestin ku li dijî êrîşên li ser Efrînê helwestê nîşan bide.
ATÎNA: Li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber avahiyên Konsolosxaneya Tirk û buroya Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin. Li vir daxuyaniyek hat dayin û hat gotin, "Em bang li her kesên xwedî wijdan dikin ku destekê bidin Efrînê. Ji DYA, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî dixwazin ku rastiya li ser rûyê erdê fêhm bikin û li ber êrîşên dewleta Tirk rabin. Îro dilê gelê Kurdistanê li çar parçeyan ji bo Efrînê lê dide. Bila dijmin zanibe ku çawa li Kobanê têk çû wê li Efrînê jî têk biçe."