Çalakiya sabotajê ya li Tokatê HBİM’ê li xwe girt

Milîsên Tolhildanê ya Yekbûyî ya Gelan (HBİM) çalakiya sabotajê ya duh li dijî herêma geştyarî ya navçeya Erbaa ya Tokatê li xwe girt.

Duh li gundê geştiyarî Dokuzçam a nacvçeya Erbaa ya Toktaê şewat derketibû û herêmeke berfireh şewitîbû. Milîsên Tolhildanê ya Yekbûyî ya Gelan (HBİM) çalakî li xwe girt.

HBİM’ê bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiya sabotajê li xwe girt û diyar kir ku dewleta Tirk bi dahata ji geştiyarê çiyayên Kurdistanê dişewitîne û zilmê li gel dike. HBİM’ê ragihand ku sektora tûrîzmê ku çavkaniyên dahata desthilatdariya ku di şer de îsrar dike di hedefa wan de ye û got; “Li çiyayên Kurdistanê ku komkujiya xwezayê tê kirin yên li qesrê dijîn wê bi bandorî mîsîllemeya komkujiyan bijîn.”

Di daxuyaniyê de bang li tûrîstan hate kirin ku herêm ne bi ewlehey û wiha hate gotin; “Neyên herêmên ku bûne navendên dahata bloka faşîst. Li dijî bloka faşîst AKP-MPH’ê ku welatên we piştgiriya wê dikin bêdeng nemînin û îtiraz bikin.”

HBİM’ê çalakiya sabotajê ya 29’ê Hezîranê (Şemî) ya li dijî daneyên televîzyonê ya li Girê Lîman a herêma Plamutbuku ya navçeya Datça a Mûglayê û çalakiya sabotajê ya 2’ê Tîrmehê (Sêşem) li dijî Otela Grand Efe û otelên derdora wê ya Îzmîrê li xwe girtibû.