Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê di roja 6 de ye
Çalakiya rûniştinê ya ji bo daxwaza bi lezgîn ziyaretkitina Rêberê Gelê Kurd a li pêşiya CPT û saziyên din ên Ewropoyê di roja 6’emîn de bi biryardariyekî mezin didome.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo daxwaza bi lezgîn ziyaretkitina Rêberê Gelê Kurd a li pêşiya CPT û saziyên din ên Ewropoyê di roja 6’emîn de bi biryardariyekî mezin didome.
Çalakiya ku roja Duşemê destêpikirî di roja 6’emîn de bi tevlîbûnekî girseyî didome. Çalakgerên ku ji duh ve li pêşiya Parlamentoya Ewropayê (PE) ye, wê heta 31’ê Cotmehê li qadan bin. Çalakger wê piştre vegerin li herêma di navbera Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) ku çalakiya Nobeta Azadiyê ya ji bo Ocalan ku 5,5 sal e lê didome.
Çalakiya rûniştinê ya bêdem îro ji aliyê endamên PYD û PJAK û bi giştî zêdetirî 70 jin, zarok tevlî çalakiyê bûn. Beşek girîng yê tevlîbûna PYD’ê ji bajarê Mannheîmê bû.
Herêma li pêşiya Parlamentoya Ewropayê bi posterên Ocalan û sembolên KCDK-E, TJK-E, PYD, PJAK û saziyên din hate xemilandin. Tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê jî piştgirî dan çalakiyê.
PYD: BÛYERÊN LI KURDISTANÊ Û PÊKANÎNÊN LI SER OCALAN BI HEV VE GIRÊDAYÎ YE
Di daxuniya ku li ser navê rêxistina PYD-Manhheîmê hatî xwendin de wiha hate gotin: “Tecrîda li ser Rêber Apo em şermezar dikin. Li gorî me bûyerên ku li hemû herêmên Kurdistanê û pêkanÎnên li ser Rêber Apo bi hev ve girêdayî ye.”
Di daxuyaniya de bang li ciwanên Bakur hate kirin ku xwedî li Rêber Apo derbikevin.
Her wiha di daxuyaniyê de bang li saziyên mafên mirovan hate kirin û wiha hate gotin: “Hemû saziyên mafên mirovan û saziyên Ewropa yên berpirs pêwîste erka xwe bi awaeykî rumet bicih bînin. Tirkiyeyê hevpeymana navnetewî îmze kiriye û neçare vê pêkbîne. Çima li dijî van pêkanînên dij mirovahiyê re bêdeng dibin. Em vêya protesto dikin.”
Li aliyê din di daxuyaniyê de bang li gelê Rojava jî hate kirin ku bi awayekî fizîkî jî divê xwedî li Ocalan derbikevin.
PJAK: HETA KU AGAHIYEK DIYAR NEYÊ GIRTIN, EM Ê LI VIR BIN
Ji nûnertiya Partiya Jiyana Azad a Kurdisatanê (PJAK) a Elmanyayê Cîhan Ehmedî jî got ku ji roja Dûşemê ve ku 6 kes beşdarî çalakiyê dibin, wê ji niha û pêve weke dorveger 7 kes beşdar bibin.
Ehmedî wiha jî got: “Em jî vê pêkanînên tecrîdê yên dij mirovahiyê protesto dikin. Di destpêkê de CPT û hemû saziyên din bang dikin ku erka xwe pêk bînin. Di vê zextên pêwîst li ser Tirkiyeyê were kirin, divê mafê hevdîtinê ya malbata Ocalan û parêzeran ku yek ji mafên mirovahiyê ye were pêkanîn. Em jî li vir heta ku agahiyek diyar negrin wê çalakiya me bidome.”
Ehmedî bang li hemû gelê Kurd û dostên wan kir ku tevlî çalakiyên ji bo Ocalan bibin.
JI KOMUNÎSTÊN FRANSAYÊ SERDANA PIŞTGIRIYÊ
Îro di saetên danê nîvroyê de nûnerên ji Partiya Komunîst ên Fransa û tevgera Şerşgerê yên Tirkiyeyê destek dan çalakiya rûniştinê. Komunîstên Fransî destnîşan kirin ku ji bo Ocalan û gelê Kurd di nava piştgiriyê de ne.
Di daxuyaniya li ser navê Xeleka Komunîst a Alsaceyê hate kirin de jî diyar kir ku qebûl nakin ku êdî Ocalan li girtîgehê bê ragirtin. Her wiha bang li saziyên Ewropa û hikûmeta Fransa hate kirin ku hevkariyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bidawî bikin.
DÎDF: NE JI BO DESTEKÊ JI BO TÊKOŞÎNÊ EM LI VIRIN
Endamên Federasyona Komeleyên Kerkên Demokratîk (DÎDF) jî cihê xwe di nava kesên li qada çalakiyê de girtin. Di daxuyaniya li ser navê DÎDF’ê de hate kirin wiha hate gotin: “Em li vir ne ji bo destkê bidin, ji bo em li gel we bin û têkoşînê bikin hatine vir. Em çalakiya we pir bi wate û girîng dibînin. Azadiya Ocalan wê têkoşîna azadiya gelê Kurd bigihîne astekî hê mezintir.
PARTÎZANAN REXNEYÊN TUND LI PE’YÊ KIRIN
Di daxuyaniyên li ser navê Partîzanan hate kirin de jî wiha hate gotin: “Dostên hêja em dîsa li qadan in. Êşkence sûcekî yê mirovahiyê ye. Bila ev parlemento nebêje; ‘Em mirovan û mafê mirovan diparêzin’. Berpirsên van qetlîam û êşkeneyan yên ku di avahiyên hûn dibînin de rûniştîn ye. Çawa ku li Kurdistan û bi taybet li Kobanê em azadî parast emê li her derê jî biparêzin. Em ê heta dawî li gel cih bigirin.
ŞEHÎD ŞERVAN NÛRHAQ Û MEHMET AKSOY HATIN BÎRANÎN
Li aliyê din di dema çalakiyê de şervanên azadiyê yên jiyana xwe ji dest dane Ferhat Koşker (Şervan Nûrhaq) û Mehmet Aksoy ) Firat Dag) jî merasîmek hate lidarxistin.
Dayik, xal û xaleta Şervan Nûrhaq tevlî bîranînê bûn, axaftin kirin. Di bîranînê de siyasetmedarê Kurd û nivîskar Fûat Kaf li ser têgeha Şehîd û Şehîdan axaftin kir. Kav destnîşan kir ku xwedîderketina li şehîdan tê wateya domandina têkoşîna wan û serkeftinê mimkun dike.
JINAN BÊRÎTAN BIBÎR ANÎN
Her wiha ji aliyê NCKD li gel Însyatîfa Jinê ya Zîn ên Strasboûrg û Mûlhoûse ve di kestayeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hemû Şehîdên meha Cotmehê bibîr anîn. Di bîrannê de soz hate dayîn ku bibin layîqî Bêrîtan û Şehîdên Şoreşê.
Dîsa helwaya ku Şehîd Bêrîtan pir jê hes dikir û wesyeta wê bû hate belavkirin.