Li Yukselê roja 292’an: Polîs bicehime, kuçe yên me ne

Li Kolana Yukselê çalakiya “Em karê xwe dixwazin” di roja 292’emîn de ye. Çalakvanan bi dirûşmeya “Polîs bicehime, kuçe yên me ne” bersiv dan nêzîkatiya polîsan.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semih Ozakça, li Nexweşxaneya Kampusê ya Girtîgeha Sîncanê di roja 172’yemîn de jî didome. Çalakiya ku ji bo piştevaniya Gulmen û Ozakça li Kolana Yukselê bi dirûşmeya “Em karê xwe dixwazin” hat destpêkirin jî di roja 292’emîn de ye.

‘EM MAFDAR IN, EM Ê BI SER KEVIN’

Çalakvanan di roja 292’yemîn a çalakiyê de ji bo li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Kolana Yukselê ye daxuyaniyê bidin dîsa hatin gel hev, lê belê bêyî ku daxuyaniyê bidin polîsan mudaxileyî wan kir. Çalakvanan pankartên li ser; “Bila Nazîfe Onay bê berdan”, “Greva birçîbûnê ya Nûriye û Semîh di roja 172’yemîn de ye, Bila Nûriye û Semîh bên berdan” nivîsandî vekirin û dirûşmeyên “Nûriye û Semîh rûmeta me ne”, “Em kedkar in, em mafdar in, em ê bi ser kevin” berz kirin. Li vê qada ku gelek polîs lê kom bûn, polîsan nehişt çalakvan biçin ber Peykerê Mafên Mirovan.

‘POLÎS BICEHIME, KUÇE YÊN ME NE’

Dema polîsan mudaxaleyî çalakvanan kir û ew tahm dan, çalakvanan jî bi berzkirina dirûşmeyên; “Polîs bicehime, kuçe yên me ne” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bersiva nêzîkatiya polîsan dan. Paşê çalakvan bi berzkirina dirûşmeyan û bi çepikan ji qadê dûr ketin.