Çaglayan ê AKP’î di doza gendeliyê ya DYA’yê de bû bersûc

Zafer Çaglayan ku di operasyonên gendeliyê yên Kanûna 17-25’ê de li ser fezeleke hatibû amadekirin, li DYA’yê wê bi Riza Sarraf re were darizandin. Hate diyarkirin ku Çaglayan bi mîlyonan dolar û xişr bertîl standiye.

Serdozgeriya Herêma Başûr a New Yorkê Wezîrê Berê yê Aboriyê yê AKP’yî Zafer Çaglayan jî tevlî nav doza Riza Sarraf kir.

Serdozgeriyê li ser twîtterê daxuyanî da û got derbarê Çaglayan du îdînameyên pêvek hatine amadekirin. Bi vî rengî jî hijmara bersûcan a di dozê de ji 2 kesan bû 9 kes. Di heman dozê de li gel Riza Sarraf midûrê berê yê Halk Bankasi Suleyman Aslan, Alîkarê Midûrê Giştî yê ji Operasyonên Navnetewî berpirs ê heman bankayê Levent Balkan û xebatkarê Sarraf Abdullah Happanî jî heye.

Di îdînamaya pêvek a doza Sarraf de hate gotin navên ku Çaglayan jî di nav wan de ye, ji ber binpêkirina ambargoya li ser Îranê 5 salan, ji ber pereyên derqanûnî emel kirine 20 sal û ji ber ziyana ku dana pergala bankayan jî 30 sal, bi tevahî bi 55 salan wê werin darizandin.

Piştî ku ji hêla Şandeya Dadgeha Federal e hate qebûlkirin, di îdîanameya pêvek de hate gotin wezîrê berê Çaglayan bi 10 milyonan dolar û xişr bertîl standiye.

Hate gotin Çaglayan di dema Wezîrtiya Aboriyê de meqamê lê bi kar aniye, bi bertîla ku standî, tora gendeliyê ya ku Sarraf ambargoya li ser Îranê binpê kiriye, nixumandiye.

Çaglayan tê tawanbarkirin ku di bankayekê de ku para zêde ya hikûmeta Tirkiyê bû, ji bo ku kirinên bi dek û dolab ferman daye û di vê mijarê de hin kesên ku di nav tora gendeliyê ya Sarraf de ne aniye ser kar.