9 kesên di serdegirtina malên DAIŞ'ê de hatin binçavkirin, hatin berdan
Ji 17 kesên di operasyona li Amedê ya li hemberî malên DAIŞ'ê de hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin, 9 kes hatin berdan.
Ji 17 kesên di operasyona li Amedê ya li hemberî malên DAIŞ'ê de hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin, 9 kes hatin berdan.
Ji 17 kesên di operasyona li Amedê ya li hemberî malên DAIŞ'ê de hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin, 9 kes hatin berdan.
Piştî kar û barê li Midûriyeta Polîsan a Amedê, 2 çete serbest hatin berdan û 15 çete derxistin edliyeyê. Ji van çeteyan 8 jê ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û 2 jî bi şertê "kontrola edlî" serbest hatin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê lêpirsîna hatiye destpêkirin de agahî da û diyar kir ku M.D., N.T., M.Î, V.O, C.E., B.Y., O.T., M.E., O.A., Ş.Y., Î.Ç., V.Î., G.Î., M.E., H.Ş., M.K., û J.D. temenê wî di bin 18 salî de ye bi tevahî 17 bersûc hatin binçavkirin û piştî îfadeya li dozgerî û dadgehê 2 bersûcên bi navê M.E., O.A., ŞY., Îİ.Ç, G.Î., M.E., H.Ş û M.K. serbest hatin berdan.
10 bersûcên bi navê V.Î., V.O, O.T., N.T., M.Î., M.D., Î.Ç., C.E., B.Y. û zarokê xistine nava sûc ê bi navê J.D. bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Nobetdar hatin kirin. Piştî îfadeya li dadgehê V.Î. û C.E. bi îdiaya "Hewl dane Destûra Bingehîn ji holê rakin" li gorî qanûna CMK'ê ya 109'an bi şertê "kontrola edlî" serbest hatin berdan. Dozgeriyê da xuyakirin ku bersûcên bi navê V.O., O.T., N.T., M.Î., M.D., Î.Ç., B.Y., û zarokê xistine nava sûc ê bi navê J.D. bi tevahî 8 bersûc li gorî qanûna CMK'ê madeya 309/1 "Hewl dane Destûra Bingehîn ji holê rakin" hatin girtin.
Dozgeriyê da zanîn ku hînê 2 bersûcên di operasyona 28'ê Cotmehê da hatibûn binçavkirin li Midûriyeta Polîsan tên girtin û lêpirsîna wan didome.
Ji çeteyên DAIŞ'ê yên di operasyonê de hatibûn kuştin heta niha navê 5 çeteyan hatin aşkerakrin û hînê navê 2 çeteyan nehatiye zelalkirin. Hat ragihandin ku piştî testa DNA'yê wê navê wan zelal bibe.