9 kes li Tatos hatin girtin

9 kes li Tatos hatin girtin

Li navçeya Tatos a Erziromê ji 10 kesên bi sedema tevlî çalakiyên berxwedana Kobanê bûne hatibûn binçavkirin, 9 kes hatin girtin.

Li navçeya Tekman a Erziromê 27’ê Cotmehê di serdegirtinên malan de 10 kes bi sedema tevlî çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ bûne hatibûn binçavkirin. Kesên binçavkirî piştî karûbarên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin.

Piştî îfadeya li dadgehê Ferît Koçak ku hat berdan, welatiyê bi navê Mahmut Kiliç, Musa Memîşoglu, Yahya Kemal Dogan, Recep Tepe, Beytullah Tepe, Metîn Ozkurt, Ferît Bulak, Recep Turan û Recep Sarikan ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.

MÊRDÎN

Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê jî Huseyîn Bulut (16) ê bi sedema tevlî çalakiyên piştgiriya ji bo Kobanê bûye û li cem kesên bi maske maye ji bo îfadeyê gazî wî kirin, bi awayê serbestiya bi kontrol hat berdan. Dîsa li Stewrê Kîbar Guneş (19) a bi sedema tevlî meşa perwerdeya zimanê dayikê bûye ku îfadeya wê ji aliyê dozgeriyê ve hat girtin sewqî dadgehê hat kirin. Dagehê Guneş bi awayê serbestiya bi kontrol berda û derketina wê ya derveyî welêt qedexe kir.