BI DÎMEN

65 salên têr û tijî yê berxwedanê

Bedena Amedê kevirên xwe reş in û dibêjin bextê xwe reş e. Lê kevirên wê ji Qerejdaxê hatine û lema gelekî qehîm e. Zarokên Amedê jî wisa ne, aliyekî rûyê wan dikene û aliyek jî xemgîn e.

Bedena Amedê kevirên xwe reş in û dibêjin bextê xwe reş e.

Lê kevirên wê ji Qerejdaxê hatine û lema gelekî qehîm e.

Zarokên Amedê jî wisa ne, aliyekî rûyê wan dikene û aliyek jî xemgîn e.

Mîna çiyayê Qerejdaxê serê wan bi mij û dûman e.

Mamoste Mehmed Onder jî yek ji wan zarokên Amedê ye.

Di sala 1952-53'an de li Amedê li taxa Alî Paşayê kolana di navbera qonaxa Cemîl Paşa û Dêra Dayik Meryem de ji dayik bû. 

Ango bi gotina diya wî "di dema Herba Qorê de çêbûye.

5 bira û 3 xwişk bûn. 

Ew zarokê sêyemîn yê malbatê bû. 

Dibistana seretayî li Alî Paşayê û dibistana Pîşeyî li dibistana Sanaatê xwend. 

Zaroktî û hinek jî ciwaniya wî li taxa Alî Paşayê derbas bû. 

Yanî salên 1950-60an li taxa Alî Paşayê, li ber çemê Dîcleyê, li baxçeyên Hewselê tûyên reş-qera hubur, li enzele, benûsenê û ber bedena Amedê derbas bûn. 

Di dema zaroktî û ciwaniya wî de li kolanên wan ermen, asur-suryan û misilmanan bi hev re bûn.

Di destpêka sala 1970'î de jiyana wî ya şoreşgerî destpê kir.

Di nava refên hin rêxistinên wê demê de cih girt û doza sosyalîzm û kurd û Kurdistanê kir. 

Ji Doktor Şivan-Seîd Kirmizi Toprak bigre, heta Omer Ayna, gelek lîder û şoreşgerên Kurd û tirk nas kirin. 

Di dawiya salên 1976 de li saziya karayolarî ya Amedê dest bi kar kir û di dawiya sala 1978an de li sendîka Yol-Işî'ê bû sendîkavan. 

Piştî darbeya 12 Îlonê sala 1980î hat binçavkirin û piştî çend caran binçavkirin û êşkenceyên giran, weke bi hezaran şoreşgeran ji neçarî terkîwelat bû. 

Paşê tevî gelek hevalên xwe derbasî binxetê-Rojavayê Kurdistanê bû û ji wir jî çû Lubnanê. 

Li cem rêxistina El-Fetîh ya di bin serokatiya Yaser Erefat de li bajarên Bêrûd, Seyda, Sur û Nebatiyeyê ma.

Lêbelê, di meha Hezîrana sala 1982an de Îsralê êrîşê Lubnanê kir û neçar ma ji Lubnanê derkeve. 

Di dawiya sala 1982an de tevî 3 zarok û hevsera xwe di ser Sûrî re derbasî Ewrûpayê bû.

Piştî destpêka şerê çekdarî ya sala 1984an û şehîdbûna çend komên şervanan, biryar da ku di nava refên tevgera azadiyê de têkoşîna xwe dewam kir.

Di destpêka sala 1997an de, li televîzyona pêşî ya stalaytî ya Kurdistanî Med Tv dest bi xebatê kir.

Li navenda nûçeyan a MED-TV dest bi kar kir û paşê li MEDYA-TV, ROJ-TV û herî dawî li STÊRK-TV xebata xwe ya li navenda nûçeyan bi spîkerî û bernameçêkeriyê 20 salan dewam kir.

Mamoste Mehmûd di nava xebatê de gelekî hêmin û dilnizm bû.

Di danûstendinên xwe yên rojane de sîngfireh û bêhnfireh bû.

Gelek hevalên ciwan gihandin û perwerde kir.

Di rojên zor û zehmet de li pêş bû, xwe paş de nedida.

Li dijî dagirkerî û mêtinkariyê xwedî rik û kîneke mezin bû.

Bi rêbertî û gerîlayên tevgera azadiyê bi awayekî hestyarî dilsoz û pabend bû.

Di çend salên dawî de mamoste Mehmûd bi nexweşiyeke xedar a kansêrê ket.

Tevî vê jî heta dawiyê ji heval û hogirên xwe, ji kar û xebatê dûr nema.

Li dijî dagirkerî û mêtinkariyê 65 salên têrûtijî yên berxwedanê.