6 welatên Ewropayê wê ji ber qirêjiya hewayê bên darizandin

Komîsyona Ewropayê biryar da ku 6 welatên Yekîtiya Ewropayê derxîne pêşberî Dîwana Edaletê ya Ewropayê, ji ber ku berpirsyariyên xwe yên li ser paqijiya hewayê bi cih neanîne.

Li gorî Komîsyona Ewropayê, 6 welatên Yekîtiya Ewropayê di mijara qirêjiya hewayê der berpirsyariyên xwe bi cih neanîne.

Ji ber vê yekê jî biryar da ku pêkanînan li ser Fransa, Elman, Îngilîstan, Îtalya, Macarîstan û Romanyayê ferz bike.

Komîsyona Ewropayê ragihand ku van welatan di mijara paqijiya hewayê de zêdegavî kirine û tedbîr negirtine, lewma wê bibin ber destê Dîwana Edaletê ya Ewropayê.

Dihate payin ku 9 welat biçûna ber destê Dîwana Edaletê, lê Spanya, Slovakya û Çekya ji rîska cezakirinê rizgar bûn.

Li gorî Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê, qirêjiya ji ber tozê rû daye, dibe sedem ku salê 400 hezar kes zû berî wextê xwe bimirin. 66 hezar ji van li Elmanyayê, 60 hezar li Îtalyayê û 35 hezar jî li Fransayê mirin.