6 parêzvanên mafên mirovan hatin girtin

Ji 10 parêzvanên mafên mirovan ên li Buyukada hatin binçavkirin, 6 hatin girtin.

8 parêzvanên mafên mirovan, ku Dîrektora Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Îdîl Eser jî di nav de ye û 2 perwerdekarên navneteweyî, roja 5'ê Tîrmehê li Buyukada ya Stenbolê di civînekê de hatibûn binçavkirin û duh bi şev bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin. Parêzvanên mafên mirovan Îdîl Eser, Alî Ghravî, Peter Steûtdtner, Velî Acû, Gunal Kûrşûn û Ozlem Dalkiran bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" hatin girtin.

Ji parêzvanên mafên mirovan Nalan Erkem, Şeyhmûs Ozbeklî, Nejat Taştan, Îlknûr Ustun bi şertê ku dernkevin derveyî welat û hefteyê 3 rojan îmzeyê bidin, hatin berdan.