6 kesên civîna bilind a G20 protesto kirin, hatin binçavkirin

Li Antalylayê, 6 encamên Partiya Şoreşger a Yekbûyî yên ku civîna bilind a G20 protesto kirin, hatin binçavkirin.

Li Antalyayê, beriya meşa protestoyî ya rêxistinên girseyî yên demokratîk, li be Parka Aydin Kanza ya li li Kolana Gullu cihê destpêkirina meşê, endamên Partiya Şoreşger a Yekbûyî (Partiya Şoreşger) bi qîrîna dirûşma "Divê mirov li dijî emperyalîzmê bibin Azîz' civiyan, lê belê li nuqteya lêgerînê ya polîsan rastî êrîşê hatin.

Polîsan 6 kes bi lêdanê kirin binçavan. Polîsan, ev welatî li erdê dirêj kirin, kelepçeyên plastîk bi destê wan ve kirin û bi lêdanê ew birin Salona Sporê ya Girtî ya Kepez.

Destûr ji meşa girseyê re nayê dayîn. Bekna girseyê dewam dike. Hejmara kesên ji danê sibehê ve hatine binçavkirin gihaşt 10'an.