6 HDP’iyên li Panosê hatin destgîrkirin hatin girtin

Ji 7 HDP’iyên ku li navçeya Panos a Agiriyê hatibûn destgîrkirin 6 jê hatin girtin.

HDP’yî di 2’yê Tebaxê serdegirtinên malan ên saetên sibê de hatibûn destgîrkirin.

Endamê Meclîsa Şareddariya HDP’ê Mehmet Şahîn Savci û rêveberên HDP’ê yên navçeyê Orhan Tûtak, Omer Yavuz, Fatîh Dîmaç, Mûsa Ûygar, Melek Kartal û Mehmet Emîn ên hatin destgîrkirin, roja Yekşemê derxistin edliyeyê.

Dozger her 7 HDP’î bi îdîaya ‘Endamên rêxistinê’ bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin.

Dadger ji 7 HDP’iyan Mehmet Şaîn Savci, Orhan Tûtak, Omer Yavûz, Fatîh Dîmaç, Mûsa Ûygar û Melek Kartal girt. Mehmet Emîn Savci jî bi şertê kontrola edlî hate berda.

Yên hatin girtin şandin Girtîgeha Panosê.