550 şagirtan bawernameyên ziman wergirtin
550 şagirtan bawernameyên ziman wergirtin
550 şagirtan bawernameyên ziman wergirtin
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li Girkê Legê û Rimêlan bi rasthatina salvegera duyemîn a vekirina navenda saziyê, 550 bawername li xwendekarên zimanê Kurdî belav kirin.
Bi mebesta belavkirina bawernameyan, li navenda Çand û Hunerê Aram Tîgran a li Rimêlan merasîmek hate lidarxistin. Merasîma ku xwendekarên zimanê Kurdî, malbatên xwendekaran û nûnerên sazî û rêxistinên civakî beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Ji rêvebirên SZK`ê Luqman Ehmê di merasîmê de derbarê xebatên navenda SZK`ê yên li herêma Girkê Legê û Rimêlan de axivî. Ehmê diyar kir ku SZK`ê li herêmê di rewşên aloz de dest bi xebatên xwe kiriye, lê niha li nêzî 85 dibistanên herêmê dersên Kurdî didin. Ehmê da zanîn ku ew ê di rojên pêş de li peymangeha petrolê ya Rimêlanê jî dest bi perwerdeya zimanê Kurdî bikin.
Piştî axaftinê nameyên pîrozbahiyê ku ji sazî ku rêxistinên cuda şandibûn hatin xwendin. Paşê 550 bawernemeyên zimanê Kurdî li xwendekarên asta yekemîn û duyemîn hatin belavkirin.
Merasîm bi mûzî û stranên koma serhildan bidawî bû.