51 RCS ên li Swêdê li dijî êrîşên li ser medyayê banga hevpar kirin

51 rêxistinên civakî yên sivîl (RCS) ên li Swêdê daxuyaniyeke hevpar weşandin û binpêkirina azadiyê, girtina qenalên radyo û televîzyonê yên li Tirkiyeyê şermezar kirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, Federasyona Swêd-Kurd, Federasyona Ermenî, Federasyona Elewiyan, Federasyona Asûrî-Suryaniyan, Federasyona Jinê ya Bethnahrîn, Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê, Federasyona Elewiyan, Civata Zerduşt a Kurdistanê, Estîtuya Pomak, Enstîtuya Kurd li Stokcholmê, Meclîsa Jinên Kurd a Amara û Komeleya Mamosteyên Kurd jî di nav de 51 rêxistinên civakî yên sivîl bang li hikûmeta Swêdê kirin, ku zextên li medya mûxalîf, girtina qenalên televîyon û radyoyê yên li Tirkiyeyê şermezar bike û di vê mijarê de li nava Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî bikeve nava tevgerê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Recep Tayyîp Erdogan ê ku ji bo hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê got 'Xêra Xwedê', ev hewldana darbeyê ji xwe re kir bahane û ji bo hemû sazî, rewşenbîr, rojnamevan û mamosteyên li pêşiya dîktatoriyê asteng in bêdeng bike, dest bi êrîşeke topyekûn kiriye.

ÊRÎŞÊN ERDOGAN ÊN LI DIJÎ MEDYAYÊ DIŞIBIN ELMANYA NAZÎ

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di vê pêvajoya êrîşê de ku tê îdîakirin li dijî Cemaeta Gulen tê kirin, hikûmeta AKP'ê 131 saziyên medyayê girt. Di 28'ê Îlonê de biryar hat dayîn 12 qenalên televîzyonê û 11 qenalên radyoyê werin girtin û mal û milkên van qenalan bên desteserkirin.

Rejîma Erdogan qîma we bi vê jî nanî, zext li Fransayê jî kir û mezintirîn qenalên televîzyonê yên Kurdan Med Nûçe TV û Newroz TV da girtin. Qenalên televîzyonê û radyoyê yên mîna Hayatin Sesî, ÎMC TV û TV 10, ti eleqeya xwe bi Tevgera Gulen re nînin û saziyên medyayê bûn ku li ber darbeya leşkerî radibûn.

Bi serdegirtinên polîsan re, mîna li Elmanya Nazî, avêtin ser saziyên medyayê, deriyên wan hatin mohrkirin, rojnamevan bi erdê re hatin kaşkirin û hin jê hatin binçavkirin.

Hemû saziyên medyayê yên hedef hatin girtin û hatin girtin, di xeteke demokrat a pêşverû de weşan dikirin, pirsgirêkên karker, kedkar, Kurdan, Elewî û hindekahiyên din dixistin rojevê û komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê ji raya giştî re radigihandin."

ERDOGAN DIXWAZE KOMKUJIYÊN NÛ NEYÊ BIHÎSTIN

51 rêxistinên civakî yên sivîl dan xuyakirin, ku bi bêdengkirina medyaya mûxalîf re Erdogan dixwaze komkujî û êrîşên nû ji aliyê raya giştî ya Tirkiye û cîhanê ve neyên bihîstin û diyar kirin, dibe ku girtina parlamenterên HDP'yî jî bikeve rojevê.

Di dewama daxuyaniya hevpar de hat gotin, "Hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropa bi rengekî bêdeng li pêkanînên faşîst ên Erdogan temaşe dikin, ku Erdogan gav bi gav welêt ber bi dîktatoriya yek şexsî ve dibe. Ev temaşekirin û bêdengiya hikûmeta Swêdê, ku sala 250. a azadiya çapemeniyê pîroz dike, me Kurd, Tirk, Asûrî/Suryanî, Ermenî û Pomakên ji Kurdistan û Tirkiyeyê dixe nava fikaran." Rêxistinan bang li hikûmeat Swêdê kirin, ku li pêşberî êrîşên rejîma AKP'ê û Erdogan bêdeng nemîne û bikeve nava hewldaneke şênber.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Goktepe jî da xuyakirin, ku ew vê helwesta hevpar a rêxistinên Ermenî, Kurd, Tirk, Asûrî/Suryanî ya li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk gelekî girîng dibînin û bi hêvî ne ku ev yek wê zextê li hikûmeta Swêdê bike.

Goktepe diyar kir, ew ê daxuyaniya hevpar ji Wezîr û parlamenterên Swêdî, her wiha ji hemû rêxistinên civakî yên sivîl û medyayê re bişînin û got, "Nabe ku em êrîşên li dijî medyaya azad û girtina radyo, televîzyon û rojnamevanên dengê mûxalîfan, Kurdan, Elewî û hindekahiyên din, qebûl bikin."

DIVÊ HIKÛMETA SWÊDÊ BI XURTÎ LI BER BÊDENGKIRINA MEDYAYÊ RABE

Rojnamevan-nivîskar Kurdo Baksî jî anî ziman, ew daxuyaniya hevpar a 51 federasyon û komeleyan weke daxuyaniyeke dîrokî dibîne û got, "Helwesta hevpar a hemû federasyon û komeleyên Kurdan, cihê kêfxweşiyê ye. Li Swêdê, cara yekê ye komeleyên Kurdan tevî Ermenî, Asûrî/Suryaniyan li dijî zilma Erdogan helwestê nîşan didin. Ev yek destekeke girîng e ji bo têkoşîna li Tirkiyeyê ya ji bo azadiya raman û çapemeniyê. Nabe ku mirov li pêşberî girtina Med Nûçe TV, Newroz TV, Hayatin Sesî TV, TV 10 ku dengê derdorên cuda bûn, bêdeng bimînin."