'34 çete hatin kuştin, endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê jiyana xwe ji dest da'

'34 çete hatin kuştin, endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê jiyana xwe ji dest da'

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê pevçûnên ji duh êvarê ve li herêma Çilaxa ya Dêrikê qewimîn daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku di pevçûnên duh de 34 çete hatine kuştin, tangek hate rûxandin û wesayîtek leşkerî ya BMB hate desteserkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di van pevçûnan de endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Zehredîn Elî bi nasnav Çekjîn Efrîn û şervanê YPG’ê Hawar Efrîn jî jiyana xwe jidest dane.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê pevçûnên ji duh êvarê ve li herêma Çilaxa ya Dêrikê qewimîne daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku duh di saetên nîvro de çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra û hin çeteyên derdora wan ku ev çend rojin xwe amade dikin, bi çekên giran û tangan ji gundên Girhok, Girê Fatê û Sefa yên Çilaxa êrîş pêk anîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pevçûnên herî dijwar di eniya gundê Sefa de qewimîn.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê komên çete di 2 eniyan de têk çûn û ji eniya gundê Sefa bi pêş ketine û ketin gund de. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê ji paş ve li wan zîvirîne û çalakî li dijî êrîşkaran pêk anîn û di encamê de 34 çete hatin kuştin, tangek êrîşkaran hate rûxandin, wesayîtek BMB hate desteserkirin û komên çete ji gundê Sefa hatin derxistin.

Derbarê pevçûnên li cebheyên Serêkaniyê û Girê Spî (Til Ebyed) jî di daxuyaniyê de hate gotin ku li van eniyan jî pevçûnên bi awayekî demî dewam dikin. Her wiha komên çete gundê Kendal ê Girê Spî bi hawanan topbaran dikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îro di saetên sibê de komên çete ji eniya gundê Sukeriyê xwestin pêşde bên û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de komên çete neçar man xwe paşve bikşînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku di pevçûnên li herêma Sefa de Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Zehreldîn Elî bi nasnav Çekjîn Efrîn û şervanê YPG’ê Keder Ehmed yê bi nasnav Hawar Efrîn piştî berxwedaneke lehengî ya li dijî komên çete jiyana xwe jidest dan.