33 şehîdên Pirsûsê li Baselê hatin bîranîn: Edalet direng jî bimîne wê bê
33 ciwanên li Pirsûsê hatibûn qetilkirin li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin bîranîn.
33 ciwanên li Pirsûsê hatibûn qetilkirin li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin bîranîn.
Gaziya Pirsûsê Guneş Erzurumluoglû ya di bîranînê de axivî diyar kir ku bîranînê ciwanên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin di têkoşîna şoreşê de didin jiyîn, banga bilindkirina têkoşînê kir.
33 ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên li Navenda Çanda Amara ya Pirsûs a Rihayê ku 20’ê Tîrmeha 2015’an ji bo ji nû ve Kobanê ava bikin û zarokan bikeînin xwe amade dikirin biçin Rojava, hatin qetilkirin, di salvegera 2’emîn a qetlîamê de li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin bîranîn.
Di bîranîna li lokala Beksam a pêşengtiya Konfederasyona Koçberên Hejar a Ewropa (AvEG-Kon) he hate lidarxistin, gaziya Pirsûsê Erzurumluolû û gelek kes beşdar bûn.
Bîranîn bi nîşandana sînevîzyona di derbarê kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dayîn hatibû amadekirin destpê kir, kêliyên hestyar derketin pêş. Di axaftinên hatin kirin de ji bo xwedî li bîranînê 33 derbikevin divê têkoşînê hê bilindtir bê kirin.
ERZURUMLUOGLÛ: EDALET DIRENG JÎ WERE WÊ BÊ
Gaziya Pirsûsê Guneş Erzurumluoglû ya di bîranînê de axivî, kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bîbîr anî û diyar kir ku ne poşmane ku çûne Pirsûsê û got: “ Edalet zû yan dereng wê bê, em ê bi destê xwe û keda xwe li kû bê xwestin em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin û dev jê berandin. Li pêşberî bîranînên wan ez bejna xwe ditewînim û carekî din dibêjim em dev ji têkoşînê berandin.”
Piştî axaftinan jiyana 33 ciwanên ku hatibûn qetilkirin bi kurtî hate xwendin.
‘JI BO PIRSÛSÊ EDALET JI BO HER KESÊ EDALET’
Piştî bîranînê li Basel Barfusserplatzê daxuyaniyek a çapemeniyê hate dayîn, bal hate kişandina ser Qetlîama Pirsûsê. Di daxuyaniya dowîzên “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesê edalet” hate bilindkirin de, dirûşmên “Terorîst Erdogan” hate qîrkirin. Di axaftinan de nerazîbûn nîşanî tevî ku ewqas dem li ser qetlîamê re jî bihuriye lê hê nehatiye ronîkirin dan, bal kişand ser pêkanînên antî-demokratîkên li Tirkiyeyê diqewimin.