300 penaberên Sûriyeyê û Afxanî gihiştin Îtalyayê

300 penaberên Sûriyeyê û Afxanî gihiştin Îtalyayê

Piştî ji aliyê hêzên ewlehiya peravên Îtaliyayê ve, keştiya masiyan a 300 penaberên Sûriyeyê û Afxanî têde hat dîtin, rêwiyên xwe bir Sicilyayê.

Roja înê ji aliyê Hêzên Ewlehiya Peravên Îtaliyayê ve li nêzî 30 limana Syracuse a Sicilyayê keştiya masiya a 300 penabar têde hat dîtin.  Ji aliyê helîkopterekî ewlehiya peravê ve ji bo penaberên ku bi heftiyan di rê de û bê  av mayîn şişeyên avê berdan xarê. Ewhiya peravên Ardinê bi 2 keştiyan panaber anîn Sicilyayê.

Bi hezaran kesên li Sûriyeyê ji ber şer reviyayîn îsal gihan Îtaliyayê. Bi giştî penabar li ser Tirkiyê û Misrê re berê xwe didin Ewrûpayê. Di van riyan de hertin bûyerên dramî çêdibin.