3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Edene, Dersîm û Antalyayê 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li Edene, Dersîm û Antalyayê 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li Edene, Dersîm û Antalyayê 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
EDENE
Îbrahîm Şahîn ê 28 salî, li febrîqeyeke li Herêma Pîşesaziyê ya Haci Sabanci ya Edeneyê dixebitî. Di dema kar de bedena Şahîn li ber makîneya ku plastîkên kêrnehatî dihelîne, ket. Şahîn bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nûmûne, lê belê jiyana xwe ji dest da.
DERSÎM
Li Dersîmê, Ozgur Bektaş ê 38 salî ku li şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Firat Aksa dixebitî, ji bo çareserkirina pirsgirêka elektrîkê ya li gundê Çoban Yildizi yê Pîlemûriyê bi rê ket. Bektaş hilkişiya ser dîrekê elektrîkê, lê bi elektrîkê ket. Tevî hemû hewldanên ekîbên tenduristiyê, Bektaş jiyana xwe ji dest da.
ANTALYA
Li Sîteya Pîşesaziyê ya Elmali ya li navçeya Elmali ya Antalyayê, Mûhammet Akkaya ê li ocaxeke keviran dixebitî, ji bo kevirê di nava paleta şikandina kevir de asê ma derxîne ket nava hewldanê, lê belê kincê wî bi paletê ve aliqî. Akkaya hewl da kincê xwe ji ber palet derxîne, lê vê carê milê wî di nav de asê ma. Hevalên Akkaya ew ji hundirê makîneyê derxistin û bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê. Akkaya 2 rojan li ber xwe da, lê jiyana xwe ji dest da.