25 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin, 3 jê Tirk in

Artêşa Iraqê, ku dest bi operasyona paqijkirina Mûsilê ji bermahiyên DAIŞ'ê kiriye, 25 çeteyên DAIŞ'ê bi saxî girt. 3 ji van çeteyên DAIŞ'ê Tirk in.

Li navenda bajarê dîrokî yê Mûsilê, di operasyonekê de 25 çeteyên DAIŞ'ê di tunelekê de hatin girtin.

Rayedarên ewlekariyê yên Iraqî ragihandin, ji van jinên çete; 3 jê Tirk in, 5 Elman, 3 Rûs, 2 Kanadayî, yek Çeçek û yên mayî jî ji Lîbya û Sûriyeyê ne. Rayedarê Iraqî Haydar El Arajî got, li gel van jinên endamên DAIŞ'ê çek û kembera xwekujiyê ku ji bo êrîşî yekîneyên Iraqî bikin amade kiribûn, hatine dîtin.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî 10'ê Tîrmehê ragihandibû, ku ew li Mûsilê li dijî DAIŞ'ê bi ser ketine.