22 kes li Edeneyê hatin binçavkirin
Polîsên Tirk li Edeneyê avêtin ser malan û herî kêm 22 kes binçav kirin.
Polîsên Tirk li Edeneyê avêtin ser malan û herî kêm 22 kes binçav kirin.
Li Edeneyê, polîsan danê vê sibehê avêtin ser gelek malan. Ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî, herî kêm 22 kes bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hatin binçavkirin.
Binçavkirî piştî kontrola tenduristiyê ya li Tipa Edlî, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.