NÛ BÛ

2016’an bi kêmanî 1970 karker mirin

Meclîsa Tenduristiya Kar û Ewlekariya Kar (ÎSÎG) diyar kir ku 2016’an 1970 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî jî sala 2016’an bû ew sal ku li Tirkiyê karker herî pir mirine.

ÎSÎG’ê diyar kir ku bi ragihandina Rewşa Awarte re kuştinên li ser kar ji serê sedî 9 zêdetir bûne. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji ber sedema tengijîna sermiyanê ya di aboriyê de, barekî girantir li ser kedê tê danîn, ango, bi mebesta ku çûyin were kêmtir kirin, polîtîkayeke wiha tê meşandin ku kedê zêdetir û erzantir dixebitînin. Ji bo vê jî şertên ku dibine sedema ku karker bimirin çêdibin."

ÎSÎG’ê bal kişande ser pêvajoya referandûmê û got, ‘’Em nîqaşên rejîmê yên li Tirkiyê û pêvajoya referandûmê divê li ser vê xalê watedar bikin. Pirsgirêkên aborî û sosyal ên giranbûyî, fatûreya gavên şaş ên di polîtîkaya hundir-derve de, wê li kedkaran were birîn û bi mebesta daxwazên pêkan ên kedkaran asteng bikin, erka rêveberiyê bi demê re wê hewl were dayin ku were navendîkirin’’