20 kes hatin binçavkirin, 4 zarok ji ber 'medya civakî' hatin girtin

Li Edene, Îzmîr û Stenbolê, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

Hikûmeta AKP'ê, komkujiyên li Kurdistanê û operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî Kurdan û hêzen mûxalîf dewam dike. Li Edene, Îzmîr û Stenbolê 20 kes hatin binçavkirin, 4 zarok jî hatin girtin.

EDENE

Rêxistina HDP'ê ya navçeya Edene Ceyhanê, ji bo şermezarkirina şerê AKP li Kurdistanê dimeşîn, çalakiyek pêk anî, lê belê polîsên Tirk bi awayekî hovane êrîşî çalakiYê kirin. Welatiyan xwe li hemberî êrîşa polîsan parastin. Êrîşa polîsan li taxên Kuçukkirim, Yersuat, Belediyeevlerî û Altiocakê giran bûn. Polîsên bi wesayîtên zirxî hewl dan têkevin nava taxan gelek bombeyên gazê bi kar anîn. Polîsên Tirk li vê derê guleyên rastî li welatiyan reşandin. Di derengiya şevê de jî 8 welatî bi lêdanê hat binçavkirin. Her wiha di êrîşa polîsan de Hevserokê HDP'ê yê Ceyhanê Tahir Ozdemîr jî di nav de gelek welatî birîndar bûn. Êrîşa heta dernegiya şevê dewam kir bi vekişîna polîsan a li serê kuçeyan bi dawî bû.

ÎZMÎR

Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê duh polîsan li taxa Dogançayê bi ser 10 malan de girtin û piştî lêgerînê, zarok jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin. Piştî ragirtina li midûriyeta polîsan, 4 zarok derxistin pêşberî dozgeriyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê, zarokê bi navê M.A.T. ê ku di çalakiya Geziyê de bi bombeya gazê birîndar bibû bi heftan li nexweşxaneyê hatibû dermankirin jî heye 4 zarok bi daxwaza girtinê şand dadgehê. Dadgehê, parvekirinên zarokan ên li ser medya civakî delîl nîşan da û bi hinceta ku "endamên DHKP/C'ê ne" biryara girtina her çar zarokan da û ew şandin girtîgehê. Hat ragihandin ku 7 kesên ku hatibûn binçavkirin hêj li midûriyeta polîsan tên ragirtin.

STENBOL

Li gelek navçeyên Stenbolê jî polîsan bi ser malan de girtin û operasyonên binçavkirinê kirin. Li navçeyên Başakşehîr, Buyukçekmece, Beylîkduzu û Esenyûrtê di serdegirtina malan de 12 kes hatin binçavkirin.  Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.