2 hezar kes beşdarî şeva li Berlînê bûn
2 hezar kes beşdarî şeva li Berlînê bûn
2 hezar kes beşdarî şeva li Berlînê bûn
Li paytexta Berlîn a Elmanyayê şeveke piştevaniya bi Kobanê û Şengalê re pêk hat. Di şeva ku 2 hezar kes beşdar bûn, 36. salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin. Di şeva bi coş de dirûşmên, “PKK gel e gel li vir e” hat gotin.”
Bi armanca piştevaniya bi Kobanê û Şengalê re duh bi şev li paytext Belîn şevek hat organîzekirin. Di şeva ku pêşkeşvaniya wê Hozan Bêrîvana Çiya û Bengîn Agirî kirin, li salonê flamayên YPG/YPJ, kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Di şevê de pankartên, “Bila qedexeya li hember PKK’ê rabe”, “Ji Îmrali û Rojava re hezar silav” , “Ji terora DAIŞ’ê re bes e” û “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu” hatin vekirin. Di şevê de axaftina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê hat temaşekirin.
Hevserokê NAVDEM a Berlîn Îsmaîl Acioglu û Neslîhan Çîçek jî di axaftinên xwe de bal kişandin ser salvegera damezrandina PKK’ê û gotin, “Berî niha bi 36 salan komek tov avêtin nav axê. Ev tov mezin bû bû dar û kulîlkan dide. Bêhna vê kulîlkê can dide Kurdan; tirsê dide dijminan.”
Her wiha li ser navê Cemaeta Êzîdiyan a Berlîn Yilmaz Gunay, Serokê Partiya ji Nû ve Rizgarî ya Sosyalîst (SYKP) Tuncer Yılmaz jî axivîn û piştgiriya xwe nîşan dan.
Beşa çandê ya şevê jî Zarokên Rojê ku derketin ser dikê destpê kir. Paşê Koma Arîn, Koma Şoreşger, Koroya TEV-ÇAND a Berlîn, Sosin, Hozan Aydin, Bengîn Agirî û Kawa derketin dikê.
Şev bi dirûşm û govendê bi dawî bû.