19 endamên rejîmê û 7 çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê hatin kuştin

19 endamên rejîmê û 7 çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê hatin kuştin

Li Balafirgeha leşkerî ya bajarê Dêrazorê wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. Di encamê de 19 endamên rejîma Baasê û pêxasên wê hatin kuştin. her wiha di heman teqînê de 7 çeteyên DAIŞ’ê jî hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku cihê wê li Brîtaniyayê ye, ragihand ku duh li Balafirgeha Leşkerî ya Bajarê Dêrazorê çeteyekî DAIŞ’ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşeke xwekujî pêk anî. Di encamê de 19 leşkerên rejîma Baasê û pêxasên wê hatin kuştin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku piştî teqîn pêk hat, li herêma Hiwêce El-Mirêîyê ya nêzî balafirgehê di navbera hêzên Rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê pevçûn rû dan. Di heman demê de çeteyan gundê El-Cefra ku hêzên rejîmê têde bi cih bûne, topbaran kir.

Li gorî agahiyan di van pevçûnan de herî kêm 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê di van pevçûnan de 2 tank, panzêrek, bombeavêjek, çekên doçka desteser kirin.