‘19’ê Kanûnê ne komkujî roja tekoşînê ye’

‘19’ê Kanûnê ne komkujî roja tekoşînê ye’

Di daxuyaniya ku ATIK, Bîr-Kar, ADHK, Cîhana lê bê jiyîn û AOTDK li ser salvegera komkuya 19’ê Kanûnê a girtîgehê gotin ku pêş niha 13 salan di 22 girtîgehan de yek ji komkujiyen dîrokê yên herî mezin çêbû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di komkujiyê de 28 girtiyên şoreşger hatin qetil kirin û bi sedan jî bi giranî hatin birîndar kirin û wiha dewam  kir: “Hîn zêdetir girtiyên şoreşger bê  ku bêne derman kirin birine girtîgehên bajarên cuda û xistin di girtîgehên tîpa F de û di hicreyên teng de hatin bi cih kirin.”

Daxuyanê de hat diyar kirin ku ev êriş bi salan bi şêweyekî bi zanabûn, pilankirî û hedef girtinê hate pêk anîn û wiha dewam kir: “Her çendî armanca vê êrişê a pêştir û wê rojê girtiyên şoreşger yên di girtîgehan de  bin jî lê di rastiyê de êrişekî li hemberî partî û rêxistinên şoreşger bû.”

ATIK, Bîr-Kar, ADHK, Cîhana lê bê jiyîn û AOTDK ku diyar kirin faşizmê provaya vê komkujiyê pêştir li girtîgehên Buca, Amed, Ûmraniye û herî dawî jî li girtîgeha Ûlucanan kirin û wiha gotin: “Her carê girtiyên şoreşger li hemberî van êrişane bi biryarbûnekî mezin û cesaretekî mezin li hember radiwestin û serê xwe li hember na tewînin.

Girtiyên şoreşger li hemberî hovitiyekî ku hovitiya Hîtler a di demê şerê Cîhanê yê dowem de derbaz kirî, komkujiya 19’ê Kanûnê bi cesaret û qehremaniyekî weke wê tineyî li hember sekinîn û teslîm ne bûn.”

Di daxuyaniyê de ku bal hate kişandina ser hucreyên tîpên F ku faşizmê ji bo şikandina îradeya girtiyên şoreşger çêkiribû lê şoreşgeran bi gotina “Em wê bimirîn lê ti carî teslîm nabîn” bi bîr xist.

ATIK, Bîr-Kar, ADHK, Cîhana lê bê jiyîn û AOTDK ku di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku 22’ê Kanûnê tenê ne rojekî komkujiyê bû di heman demê de û rastiyê de rojekî mezin a tekoşînê bû û wiha dewam kir: “Di rastiyê da tişta ku Kanûnê nade ji bîr kirin jî ev rûhê berxwedanê ye.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser rewşa nexweşên girtî ku niha di girtîgehan de ne û derman kirina wan tê asteng kirin û wiha bi dawî bû: “Girtiyên şoreşger hîna di girtîgehên tîpa F dene. Faşîzim polîtikaya xwe ya tîpên F a teslîm girtina girtiyan bê navber dewam dike. Li hemberî vê berxwedana girtiyên şoreşger bê ku serê xwe li hember bi tewînin berdewam dike. Li ser vê yekê rûhê Tîrmehê jî xistine navde û berxwedanê bi rûhê Tîrmehê hîn bi hêztir û mezintir kirine.”