18 meh cezayê girtîgehê da meleyê li Swîsreyê

Meleyê mizgeftekê yê ji Etyopyayê ye li Swîsreyê li ser erkê ye, ji bo ku gotiye kesên nimêj neke divê bên kuştin, daxwaz hate kirin ku 18 meh cezayê girtîgehê lê bê birîn.

Meleyê li Mizgefta An’Nûr a li bajarê Wînterthoûr a li Swîsreyê kar dike ku demê dawî de navê wî bi alîkarîkirina komên cîhadî yên redîkal tê nasîn, bi hinceta ku li misilmanên li Swîsreyê teşwîqî kîn û nefretê dikin û li ser banga ku kesên nimêjê nekin divê bê kuştin, daxwaza hate kirin ku 18 mehan cezayê girtîgehê lê bê birîn û vegerîne welatê wî.

Dosyaya melayê ku ji ber di Cotmeha sala 2016’an de li wezeke xwe ya li Mizgefta An’Nûr a bajarê Wînterhoûr a li Swîsreyê de bang kiribû ku kesên nimêj nekin divê bên kuştin, piştî kû hate binçavkirin û şûnde, îro temem bû.

Dosyaya ku ji aliyê serdozerê Zurîhê ve hate amadekirin, diyar kir ku mijara meleyê ku qala wî tê kirin, misilmanên li welat teşwîqî kîn û nefretê dikin û kuştina mirovan daxwaz kir ku divê 18 meh cezayê girtîgehê bê dayîn. Dozger destnîşan kir ku piştî dawîbûna cezayê mele û şûnde divê bê şandina welatê wî û 15 salan ketina wî ya Swîsreyê bê astengkirin.

Li aliyê din, mizgefta An’Nûr a mela lê erka melatiyê lê dikir, bi hinceta ku alîkarî dide komên cîhadî 4’ê Mijdara 2016’an ji aliyê polîsên Wînterthoûr ve hatiye girtin.