15'ê Tebaxê li Hîldesheîmê hate pîrozkirin
Salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê, li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê hate pîrozkirin.
Salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê, li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê hate pîrozkirin.
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, cejna vejînê 15'ê Tebaxê di çarçoveya "5. Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd" de hate pîrozkirin ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin.
Kurdistanî û dostên wan beriya pîrozbahiyê li ber gara trenê ya Hîldesheîmê li hev civiyan û meşiyan. Endamên Komîna Jinê ya Meryem ku bi kincên gelêrî û amûrên muzîkê tevlî meşê bûn, bal kişandin.
Kurdistanî heta qada pîrozbahiyê meşiyan û cejna berxwedanê ya 15'ê Tebaxê bi gerandina govendê pîroz kirin.
Faysal Sariyildiz, endamê NAV-DEM'ê Altûn Bîschof, endamên Dîe Lînke Rîta Kurger û Gerard Roth, endamê Partîzan Tûran Oner li qada pîrozbahiyê axivîn.
Piştre Bulent Tûran, Zozan-Marget-Rêzan, Beşîr Rojava, Dimlî Amed, Hesen, Memo, Zana Başûr, Ahmet Rojava û Silêman Bariş derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.