1406 akademîsyenên ji 62 welatan bang li AKP'ê kirin: Dev ji zext û girtinê berde
Akademîsyenên, ku ji ber banga xwe ya aştiyê û dawîanîna li şerê li Kurdistanê bûn hedefa êrîşên AKP û Erdogan, ji zanîngehên cîhanê destekê dibînin.
Akademîsyenên, ku ji ber banga xwe ya aştiyê û dawîanîna li şerê li Kurdistanê bûn hedefa êrîşên AKP û Erdogan, ji zanîngehên cîhanê destekê dibînin.
Di nameyeke hevpar a 1406 akademîsyenên ji 62 welatan de banga 'dev ji pêla girtinê berde' li AKP'ê hat kirin.
Zêdeyî 2 hezar akademîsyenên mora xwe danîn binê danezana 'em ê nebin hevparê vî sûcî' û li dijî şerê li Kurdistanê derketin, ji aliyê hikûmeta AKP'ê û Erdogan ve hedef hatin nîşandan. Li hemberî rewşenbîr û akademîsyenan lêpirsîn hatin vekirin û 4 akademîsyen hatin girtin.
Noam Chomsky jî di nav de 1406 akademîsyenên ji 62 welatan mora xwe danîn binê nameyeke hevpar û bang li AKP'ê kirin ku dawî li zext, binçavkirin û girtina akademîsyenan bîne.
Çend ji akademîsyenên mora xwe danîne binê vê nameya hevpar ev in: Gilbert Achcar, Michael Ash, Etienne Balibar, Korkut Boratav, Martin van Bruinessen, Victoria Chick, Noam Chomsky, James Crotty, Gerald Epstein, Ben Fine, Gerald Friedman, Jayati Ghosh, David Graeber, Geoff Harcourt, Janroj Keles, Marc Lavoie, Katherine Newman, Bertell Ollman, Ozlem Onaran, Esra Ozyurek, Robert Pollin, Malcolm Sawyer, Lynne Segal, Engelbert Stockhammer, Mehmet Ûgûr û John Weeks.