'14'ê Tîrmehê berxwedana li dijî qirkirin û mêtingeriyê ye'
TŞYG'ê destnîşan kir, ku berxwedana zindana Amedê ya 14'ê Tîrmehê tê wateya rabûna gelê Kurd li ber qirkirin û mêtigeriyê ye.
TŞYG'ê destnîşan kir, ku berxwedana zindana Amedê ya 14'ê Tîrmehê tê wateya rabûna gelê Kurd li ber qirkirin û mêtigeriyê ye.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi wesîleya salvegera berxwedana 14'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û şehîdên berxwedana 14'ê Tîrmeha 1982'an û 1996'an bi rêzdarî bibîr anî.
TŞYG ragihand, berxwedana 14'ê Tîrmeha 1982'an a girtiyên PKK'yî yên li zindana AMedê, li dijî cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê berxwedaneke dîrokî ye û got, "Li dijî zextên xiyanet û teslîmiyetê yên faşîzmê, Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bedena xwe kirin sîper, li ber xwe dan û şehîd bûn." TŞYG'ê diyar kir, berxwedana li dijî îşkenceyên giran, hewldanên teslîmgirtin û komkujiyê di 14'ê Tîrmehê de hate kirin, tê wateya rabûna gelê Kurd li ber mêtingerî û qirkirinê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku bi ruhê berxwedana mezin a 14'ê Tîrmehê bû sedem ku têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bibe, veguhere têkoşîna gerîla, li qadên siyasî, civakî û çandî belav bibe, jin, ciwan xwe bi rêxistin bikin, li ber xwe bidin û li dijî qirkeriya faşîst têkoşîneke hevpar a neteweyî-demokratîk li Kurdistan û Tirkiyeyê mezin bibe.
TŞYG'ê got, "Em xwedî li ruh û biryardariya berxwedana 14'ê Tîrmehê derdikevin. Xwedîderketina li 14'ê Tîrmehê tê wateya berxwedana li dijî polîtîkaya înkar û tinekirinê ya dijmin. Di sala 36'an a berxwedanê de em bang li her kesî bi taybetî ciwanan dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşînê hê radîkal bikin û li her derê belav bikin."
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ew dikevin salvegera 20. a Rojiya Mirinê û Greva Birçîbûnê ya Bêdem, ku 20'ê Gulana 1996'an ji aliyê Koordînasyona Navendî ya Girtîgehê ve hate destpêkirin.
TŞYG'ê diyar kir, di wê demê de girtiyên şoreşger li dijî sîstema tîpa F li ber xwe dan û bedena xwe kirin sîper li hemberî êrîşên topeykûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevrê Aygun Ûgûr, Huseyîn Demîrcîoglû, Ayçe Îdîl Erkmen, Alî Ayata, Mujdat Yanat, Hayatî Can, Berdan Keremgîller, Tahsîn Yilmaz, Osman Akgun, Ûlaş Hîcabî Kuçuk, Îlgînç Ozkeskîn û Yemlîha Kaya yên di vê berxwedanê de şehîd bûn, li dijî faşîzmê bûn temsîla sekna bi biryar û bi rûmet."
Di dawiya daxuyaniyê de şehîdên 14'ê Tîrmeha 1982 û 20'ê Gulana 1996'an bi rêzdarî hatin bîranîn û bang li kedkar, ciwan, jin, mirovên demokrat-pêşverû yên li Kurdistan û Bakurê Kurdistanê hate kirin, ku têkoşîna şoreşger-demokratîk a li dijî faşîzmê mezin bikin, ji bo hesab ji faşîzma AKP-MHP'ê bipirsin hê bi xurtî bibin yek, xwe bi rêxistin bikin û bikevin nava liv û tevgerê.