14 berxwedêrên li Strasbourgê dawî li greva birçîbûnê anîn-NÛ BÛ

14 çalakgerên ku 161 roj in li Strasbourgê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku wan dawî li çalakiya xwe anîne.

14 çalakgerên ku 17'ê Kanûna 2018'an li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, dawî li çalakiya xwe anîn.

Piştî ku parêzerên Ocalan peyama Ocalan ragihandin, çalakgerên li Strasbourgê jî daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin, greva birçîbûnê bi dawî dikin.

Bi dehan kesên ji bajarên cuda yên Ewropayê tevlî civîna çapemeniyê bûn û bi navê çalakgeran Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç daxuyanî da.

Koç diyar kir, greva birçîbûnê ya ku 17'ê Kanûna 2018'an dest pê kir çalakiyeke dîrokî ye û got, "Serok Apo hezkirin û hurmeta me ji bo te bê dawî ye, wê heta bi hetayê jî bidome."

Koç gotina, "Divê hûn bi têrkerî bi min re bimeşin" a Ocalan bibîr xist û got, em di vê mijarê de soz didin.

Piştî Koç Sarikaya axivî û got, "Em di pêvajoyeke girîng û dîrokî de ne. Me qonaxeke girîng a pêngava berxwedanê li pey xwe hiştin." Sarikaya diyar kir, berxwedanê encameke girîng bi dest xistiye û destnîşan kir, serketina kampanyayê jî ya şehîdên canbexşane ye. Sarikaya got, "Van hevrêyan gotin, divê em êdî dawî li tecrîdkirina Rêber Apo bînin û bi vî rengî gihîştin asta şehadetê."

Sarikaya Umut Acar û Ugur Şakar ku li Elmanyayê çalakiya fedayî kirin bi bîr anîn û got, şehîdên li girtîgehê jî pêşengiya vê kirine. Sarikaya gotin li Kurdistan, Tirkiyê û Ewropayê û hemû cîhanê berxwedan bûye û çalakgeran hewl dan ku bibin deng û hîsê gel.

'HEWCEHIYA HEMÛ GELAN BI RÊBER APO HEYE'

Sarikaya got, Ocalan ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo hemû Rojhilata Navîn bûye mîsogeriya hêvî û aştiyê û domand, ''Rêber Apo mîsogeriya jiyana bi hev re a azad e ji bo hemû gelên li ser van xakan dijîn. Hewcehiya hemû gelan bi Rêber Apo heye''.

Sarikaya her wiha got heta ku Rêberê Gelê Kurd Azad nebe wê têkoşîna wan domdar be.

Sarikaya rola saziyên navnetewî ya li ser tecrîdê bi bîr xist, bang li CPT'yê û saziyên rayedar kir ku bi berpirsyarî tevbigerin.

ÎKE: EZ SERFIRAZÎ DIYARIYA JI BO DAYIKAN E

Yek ji çalakgeran Gulîstan Îke jî bi Kurdî daxuyanî da û got, Di şexsê Leyla Guven de jinên Kurd pêşengiya çalakiyê kirine, li dijî polîtîkayên tecrîdê û faşîzmê berxwedaniya mezin dayikan kiriye û got, ''Ev serfirazî diyariya ji bo wan e.''

ARMANC AZADIYA OCALAN E

Îke bi domdarî got, ''Berxwedaniya me ji bo azadiya Rêbertî ye, ji bo azadiyê, ji bo azadiya Kurdistanê ye. Ev têkoşîn û berxwedan wê bi rengekî mezintir û berfirehtir bidome.''

Piştî daxuyaniyê hate gotin 14 berxwedêrên ku ev 161 ro jin di greva birçîbûnê de ne wê bikeve ber kontrola doktoran. Dr. Fahrettîn Guneş got doktorên xizmeta serwîsa lezgîn a Fransiz SAMÛ wê mieyenea çalakgeran bike û tê payin piştre heke hewceyî pê were dîtin wê wan rakin nexweşxanê.

KÎ DI ÇALAKIYÊ DE BÛ?

Di grevên birçîbûnê de ev nav hebûn: Gulistan Îke, Dîlek Ocalan, Nûrgul Başaran, Mûstafa Sarikaya, Yuksel Koç, Mehmet Nîmen Sevîm, Mohamed Ghaderî, Agît Ûral, Denîz Surgut, Ekrem Yapici, Kardo Bokanî, Ramazan Îmîr, Kerem Solhan û Ayvaz Ece.