11 sal ceza li midûrê qeyûm polîs Uysaler hate birîn

Ercan Uysaler ê polîs, ku qeyûm ew kiribû midûr, ji ber sedema ku zor li xebatkara jin dikir ku fihûşê bike 11 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Rûniştina 2'yan a doza midûrê qeyûm, polîs Ercan Uysaler çêbû. Piştî ku Şaredariya Mezin a Mêrdînê hatibû dagirkirin, dema qeyûm Walî Mustafa Yaman, Ercan Uysaler ê polîs anîbû ser Kent A.Ş. Ercan Uysaler zor li xebatkara jin D.S dikir ku fihûşê bike. Uysaler tevlî danişîna li Dadgeha Cezayê Giran a Esliyê ya 1'ê ya Mêrdînê nebû û li ser Uysaler biryar hate standin ku 'bi zorê bînin'. Gelek parêzerên jin û endamên Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê tevlî rûniştinê bûn. Uysaler bi tawanbariya,''êrîşa zayendîi ya basît' hate darizandin.

Balkêş e, li gel ku doza kamûyê jî bû Wezareta Polîtîkayên Malbatan û Sosyal tevlî dozê nebû. Parêzerên ku li ser navê Komîsyona Mafên Jinan û Zarokan a Baroya Mêrdînê tevlê danişîbûnê bûn, xwestin ku bibin mudahîlê  dozê lê daxwaza wan hate redkirin.

Dadgehê diyar kir îfadeya Uysaler bi talîmatê li Dadgeha Cezay Eslî ya Çorûmê hatiye standin.

D.S got,''4'ê Nîsanê dema ku li odeya arşîvê bûm hate cem min teklîf da min. Min teklîfa wan qebûl nekir. Dema ku teklîf gelek caran dubar kir, min rewş ji malbata xwe re got û malbata min jî xwest ku dev ji kar biqerim.''

11 SAL CEZA

Şandeya Dadgehê 6 sal ceza li Uysaler birî. Dadgehê piştre bi sedema ku ''peywirdarê kamûyê ye û rayeya xwe bi kar aniye'' ceza hilda 9 salan û dîsa bi sedema ku ''çalakî giran e'' ceza hilda 11 sal û 3 mehan.

Dadgehê her wiha biryar da ku polîs Ercan Uysaler were girtin.