10 sal ceza dan Hevserokê SES’ê yê Şaxê Agiriyê
Ji bo Hevserokê SES’ê yê Şaxê Agiriyê Recep Altindag bi îdîaya “Encamê rêxistinê” 10 sal cezayê girtîgehê hate dayîn.
Ji bo Hevserokê SES’ê yê Şaxê Agiriyê Recep Altindag bi îdîaya “Encamê rêxistinê” 10 sal cezayê girtîgehê hate dayîn.
Li Dadgeha Cezayê Giran a Bazîda Agiriyê de heyeta dadgehê di rûniştina biryardayînê de ji bo Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Agiriyê Recep Altindag 10 sal û ji bo endamê SES’ê Mehmet Saîd Dogan jî 6 sal cezayê girtîgehê da.
Hat diyarkirin ku wê biryar ji bo temyizê bê şandin û her wiha Altindag ê ku li dijî operasyonên leşkerî li Bazîdê serdana “Konê Aşitiyê” kiribû hatibû binçavkirin û dawiyê ahtibû berdan. Piştî serbest hatibû berdan, Qaymeqamtiya Bazîdê der barê Altindag de lêpirsîn dabû destpêkirin û ALtindag ji peywirê hatibû dûrxistin.