10 Kurdên li Danîmarkayê tên darizandin ji bo Kobanê salon terikandin
10 Kurdên li Danîmarkayê tên darizandin ji bo Kobanê salon terikandin
10 Kurdên li Danîmarkayê tên darizandin ji bo Kobanê salon terikandin
10 karsazên Kurd ên li paytexta Danîmarka Kopenhagenê tên darizandin, di rûniştina îro ya dozê de ji bo piştgiriyê bidin seferberiya ji bo Kobanê hatiye destpêkirin, salona dadgehê terikandin. Karsazên ku bi îdîaya desteka fînansî dane PKK'ê tên darizandin gotin, "Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, ji aliyê wijdanî ve em rehet nînin."
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, kampanya ragirtina karsazên kurd di 18'ê Îlona 2012'an de bi binçavkirina 8 Kurdan destpê kiribû. Di operasyona ku polîsan weke "serketineke mezin" nîşan dabûn de karsazên hatin girtin, bi îdîaya "alîkariya malî dane rêxistineke terorîst" derketibûn pêşberî dadger.
Di doza ku 2 sal in dewam dike û hejmara karsazên Kurd ên tên darizandin derket 10'an de, dadgeriya Danîmarkayê hebûna navê PKK'ê li "lîsteya rêxistinên terorîst" a Yekîtiya Ewropayê sedem nîşan da. Di rûniştina îro ya doza bi îdîaya 140 mîlyon kron (20 mîlyon Euro) dane PKK'ê de, 10 karsazên Kurd ji nû ve derketin pêşberî dadgehê.
'EM TEVLÎ SEFERBERIYA KOBANÊ DIBIN'
Karsazên Kurd dan xuyakirin ku mîna mexdûrên erdheja l Wanê wan pere şandine ji dramên mirovahiyê yên li Kurdistanê û gotin, "Heyeta jûrî ya rêzdar; ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê ji aliyê wijdanî ve em rehet nînin. Bi armanca tevlîbûna li nav seferberiya ji bo Kobanê hatiye destpêkirin, em dadgehê diterikînin."
Li ser vê yekê serokê heyeta jûrî Jens Stausbøll got, "Bi hemû niyeta baş ez tevlî we dibim û ji we re serketinê dixwazim." Dûre karsazê Kurd ê tevlî rûniştina îro bû Şiyar Çelîk, Hasan Guraslan, Mûrat Çetînkaya, Abdûllah Işik, Bûrhan Yaşar, Hasan Dûyar, Îbîş Tas, Cevdet Taşpinar, Şoreş Koyûncû û Denîz Ablay salona dadgehê terikandin.
Rûniştin wê ji niha û pê ve bê bersûcan dewam bike. Helwesta karsazên Kurd ya îro, di çapemeniya Danîmarkayê de cihekî berfireh dît.