1'Ê MIJDARA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Mijdara 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê wê li gelemperiya cîhanê çalakî bên lidarxistin.

- Hevserokê KCD'ê Ozturk diyar kir, her êrîşa li dijî Kobanê were kirin êrîşa li dijî rûmeta mirovahiyê ye û got, ne tiştekî rasthatî ye ku êrîş piştî civîna bilind a çar alî ya li Stenbolê hate kirin.

- Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) li ser 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da û bi bîr xist ku êrîşa 2014'an a rêveberiya AKP'ê ya faşîst û çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar, bi berxwedana leheng a keç û xortên gelê Kurd hatiye têkbirin.

- Konseya Federal a Swîsreyê, pêşnûme qanûna ku firotina malzemeyên şer ji bo welatên di şerê navxweyî û herêmên şer de rola xwe heye qebûl dike, red kir.

- Azad welatiyekî ji Kerkûkê ye ku berî niha bi 2 salan tevlî nava refên gerîla bû. Nekarî xwe li dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û xemsariya hêzên siyasî rabigire.

- Welatên Yekîtiya Ewropayê ragihandin ku ew destekê didin telîmata ji bo qedexekirina berhemên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn.