Xebatkarê Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş dîl hat girtin
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş ku li Sêrtê hate binçavkirin, dîl hat girtin.
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş ku li Sêrtê hate binçavkirin, dîl hat girtin.
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş ku 11 Kanûnê li Sêrtê di encama operasyona qirkirina siyasî de hate binçavkirin, hate girtin.
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş û ciwanên bi navê Mehmet Nezîr Kaplan û Yûsûf Ozbay ên îfadeyên wan li Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Sêrtê temam bû, sewqî dadgehê hatin kirin.
Kaplan û Ozbay ên ku ên sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Dûrmûş jî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” hate girtin.