Li Miksê serlêdana li dijî desteserkirina şaredariyê
Şaxê Wanê yê OHD'ê ji bo betalkirina biryara desteserkirina Şaredariya Miksê serî li Dadgeha Îdare ya Wanê da.
Şaxê Wanê yê OHD'ê ji bo betalkirina biryara desteserkirina Şaredariya Miksê serî li Dadgeha Îdare ya Wanê da.
Şaxê Wanê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ji bo betalkirina biryara desteserkirina Şaredariya Miksê serî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê da. Beriya serlêdanê daxuyaniyek hate dayin. Hevşaredar Ayvaz Hazir û Nebahat Benek ên ku erka wan hatiye desteserkirin û Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî di nav de gelek kes tevlî civîna çapemeniyê bûn.
Hevserokê Şaxê Wanê yê OHD'ê Mûrat Ozçîçek got, "Ev nêzîkatiya antî demokratîk ne tenê pirsgirêka herêmî ye, veguheriyeke gefekê li ser hêviya aştiya civakî û demokratîkbûna Tirkiyeyê." Ozçîçek anî ziman ku îradeya gel hatiye desteserkirin.
Ozçîçek bi bîr xist ku li gel biryareke misogerkirî ya dozên li hemberî hevşaredaran nîne jî qeyûm hatiye tayînkirin û got, "Polîtîkayên qeyûm êdî bûne gefek li ser rejîma azadiyê û nirxên demokratîk ên Tirkiyeyê."
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî ragihand ku bi pêkanînên qeyûm re êrîş li îradeya gelê Kurd hatiye kirin û mafê hilbijartinê ji holê hatiye rakirin.